Kî ruhê Sykes-Pîkot zindî dike?

Şîndar Berwarî

Gelo kî ruhê peymana Sykes-Pîkot zindî dike?
sindar berwari
Gelo jî Kurdistanê parçe dike, kî kanton û kartonan ava dike?

Gelo kî li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve, kî serxwebûna Kurdistanê dixwaze?

Gelo kî netew-dewletbûnê li Kurdan heram dike, kî yekîtî û yekrêzîya xaka dewletên dagîrker diparêze?

Gelo kî li Şengalê Kurdan ji hev parçe dike, ji wan re alên cuda çêdike û wan dixe bin fermandarîya artêşên Iraq û Îranê?

Gelo kî li Sûrîyê navê Kurdistanê winda dike û ji rojavayê Kurdistanê re dibêje ROJAVA?

Gelo kî li rojavayê Kurdistanê bi artêşa Beşar Esed re hevkarî û hevpeymanîyê dike, kî naxwaze Sûrîye parçe bibe?

Gelo kî bi şerê xendekan bajarên Kurdan wêran dike, wan koçber û derbeder dike?

Gelo kî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ji bo xelklerên dewletên dagîrker feda û qurban dike?

Gelo kî li rojhilatê Kurdistanê şirîkatîya pasdarên îranê dike û pêşmergeyên PDK-Î dikuje?

Gelo kî xwedî li al û yekîtîya xaka Tirkîyê derdikeve û di meclîsa wan de bi soz û şerefa xwe bi serê Atatirk sûnd dixwe?

Gelo kî dixwaze Anitkabîra Atatirk ji êrîşên ÎŞÎD ê bê paraztin?

Gelo kî Kemalîzmê diparêze û kî bi şîrêza Bûlgarî Kurdan bi Tirkan ve dizeliqîne?

Gelo kî ji bo yekîtî, yekrêzî û qaşo demokratîzekirina dewletên dagîrker xort û keçên Kurdan dide kujtin?

Gelo kî înkara ala Kurdistanê dike û heqaretê li Xoybûn, Rêxistina Azadî, Ihsan Nûrî Paşa û Qadî Mihemed dike?

Û bi dehan pirsên wek van.

Îcar birastî ez meraq dikim:

Gelo kî ruhê Sykes-Pîkotê zindî dike?

Hema kî ruhê Sykes-Pîkotê zindî bike, rebbê alemê îsotek tûj ji ewên Ruhayê di qirika wan de bihêle û hûn sax…

Dihok

sykespicot

About The Author