Şahê Îranê lotikek avêt û bang li Îranîyan kir

Diyar Baban

Şahê Îranê yê nefî ye û li vir û wir koçber e, bang li xelkên Îranê kir ku rejîma mela û sofîkên Îranê hilweşînin û tirê ji wan berdin.

Şahê nefîkirî yê Îranê Riza Pehlewî, di daxûyaniya xwe ya medya civakî de kir qarewar û ji bo rûxandina rejîma Îranê daxwaza çalakiyên hevbeş kir.

Pehlewî di daxûyaniya xwe de bertek nîşanî kiryarên sofîk û melayên Îranê da û agir ji devê wî derket.

Riza Pehlewî di daxuyaniya xwe de got: “ Bi tirba bavê min Riza pehlewî, şerê Xamineyî û Pasdarên wî yê bi Îsraîlê re ne şerê gelê Îranê ye. Ev tir ji wan re namîne. Rejîma ku Îraniyan ji bo xwe wek mertalên zindî bi kar tîne wê berdêla 45 salên dawî bide“.

Pehlewî bal kişand ser hewla polîsên Îranê û anî zimên ku „êrîşa li ser Israîlê û êrîşên li ser jinên Îranî êrîşên hevdem in“ û destê xwe li masê xist.

Pehlewî di daxuyaniya xwe de bang li artêşa Îranê jî kir û daxwaz ji wan kir ku bi gelê Îranê re bibin yek û qûşê li sofîk û melayên Îranê biqetînin û wan tirek bikin.

Werhasilî kelam, şahê nefîbûyî û koçber di xewn û xeyalên desthilatdarîyê de dijî. Bahwer dike ku wê wek dem û dewranên bavê xwe şahîtîyê ji Îranîyan re bike û ji koçberîyê xilas bibe.

Çû qurban çûûûûûû……

Mahabad

About The Author