Go ga ket kêr lê pir dibin

Zinar Qelemşûr

Piştî ku AKP û Erdogan di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de têk çûn û terpilîn, wek mirîşka gêj li AKP î yan hat û pêvajoya „ji her serîyekî dengek derdikeve“ dest pê kir. Kurdên ku berê bi can û malê xwe piştgirî didan AKP û reîsê wan ê sererd û binerd, dev jê berdan û ew zikopişto li erdê xistin. Erdoganê ku di destpêkê de dixwest ji bo Kurdan hinek tiştan bike, bi neyartîya hinekên ku digotin „senî başkan yaptirmayacagiz„ berê xwe da şirîkatîya MHP a nîjadperest û dest bi tolhildanê kir. Ew roje ev roj e reîsê sererd û binerd bû koleyê MHP, eman neda Kurdan û heta jê hat pêl serê Kurdan kir û heyfa xwe ji Kurdan hilanî.

Axir..

Yek ji damezrênerên AK Partiyê û Wezîrê Perwerdeya Netewî yê berê Huseyîn Çelîk jî dest bi gazindan kir û AKP û Erdogan rexne kir. Huseyîn Çelîk ê ku serê wî wek kompûterê dişuxule û wek çewalê kayê têr û tije ye, lotikek avêt û lotikek li Erdogan û MHPê xist.

Çelîk ji Serbestiyetê re axivî, da lotik û zîtirkan û Erdogan û derdora wî rexne kir, angaşt (îddîa) kir ku tifaqa bi MHPê re hatiye çêkirin bûye sedema windakirina partiyê.

Çelîkê min û we encamên hilbijartinên 31ê Adarê nirxand û diyar kir ku MHP wek toqa naletê ketiye stuyê erdogan û tifaqa bi MHPê re hatiye avakirin AKP ber bi xeta nasnameyê ve biriye. Li gor Çelîk, ji ber vê sedemê Kurdan pişta xwe daye AKPê û gotine êdî bes e. Çelîk gotiye; “Helmwelatiyên me yên Kurd xwe nêzîkî AK Partiya ku nîjadperestî nedikir, dikirin. Ji ber vê beşek girîng ji welatiyên me yên Kurd dengên xwe didan AK Partiyê”.

‘Tifaqa bi MHPê re rewşa dînbûnê ye’

Çelîk di derbarê tifaqa AKP û MHP de jî gotiye; “AK Partî partiyek demokratîk a mihafazakar bû ku li ser olê siyaset nedikir. Paşê xwe veguherand partiyek ku li ser nirxên olî siyasetê bike û bi bayê neteweperestiyê xwe mehkûmî serşûnikê Bahçelî û MHPê kir. Berê min ji îtîfaqa bi MHPê re gotibû ‘rewşa dînbûnê’ û niha dîsa heman tiştî dibêjim” filan û fîstan.

Huseyîn Çelîk, çend şîret li serokê sererd û binerd Erdogan jî kir û diyar kir ku ji bo AKP rêya xwe bidomîne divê vegere ser sêhra berê û diyar kir ku ji wezîfeyê dûrxistina çend cîgirên serok, wezîr û şêwirmendan têrê nake, berî her tiştî divê Erdogan hesab ji xwe bipirse û rexne li xwe bigire.

Werhasilî kelam, çûna Erdogan a Hewlêrê wê bibe wesîleya pêvajoyek nû yan na nizanim. Lê ez dizanim ku heger AKP û Erdogan dev ji wî serşûnik û kundirê Bahçelî û MHP bernede û Kurdan nede alîyê xwe, wê çem û çem biçe û xelas…

About The Author