Ê me hesp bû, ê wan bû mirîşk. Ahê me ji wan re nema

Zinar Qelemşûr


Di dinyayê de ji Romî û medya Romîyan bêbavtir medya tuneye. Bi taybet gava mijar dibe Kurd, wek ciwangeyên ku çav li paçê sor bikevin dîn û har dibin û di mijarek herî piçûk de jî dest bi êrîşa Kurdan dikin.

Hefteyên buhurî li Swêdê Kurdê bi navê Senanîk nêta xwe li hespê xirab kiribû û rebeno di ser hespê de hatibû girtin. Kutana Senanîk û hespê Firsend ji Medya Tirko re çêkir ku êrîşî Kurdan bike û qaşo Kurdan di awira gelemperî de riswa bike. Lê xwedê li ser heqîyê ye, ahê Kurdan ji wan re nema û ya xirabtir hat serê Romîyên çeqilmast.

Li bajarê Mersînê Romîyê bi navê M.S di ser mirîşkê de hat zeftkirin û vêdeoya wî di medya civakî û çapemenîyê de belav bû.

M.S ji ber destdirêjî û kutana mirîşkê hat desteserkirin û di îfadeya xwe de ji Serdozgeriya Komarê ya Mersînê re got: “ His û hestên min zora min bir birin, ji ber vê min namûsa mirîşkê kir pênc qirûş” filan û fîstan.

Erêêêêê, erê Romîno!
Ê me me bi serî girtibû, ê we we heta bi qurmik pê girt allahwekîl!

Ahê Kurdan ji Romîyan re nema wesselam. Ê Kurdan hesp bû, ê wan mirîşk bû nesîbê wan.

About The Author