Dapîra me Şanîdar xanim piştî 75 hezar sal hat dîtin


Dapîra (pîrika) me Kurdan Şanîdar xanim berî 75 hezar salî li daristanek Kurdistanê winda bûbû û nepedî bûbû. Şanîdara me piştî 75.000 salî li Başûrê Kurdistanê, di şikefta Şanederê de ji alî Arkeologên Zanîngeha Cambrîdge ve hat dîtin û dilê me rehet bû.

75.000 sal!

Ev dide xuyakirin ku Kurdistan war û niştimanê insanetî û şaristanîyê ye. Ev dide xuyakirin ku Kurd bavê insanetî û mirovatîyê ne û Kurdî jî mak û dayika zimanên cîhanê ye. Berî 75 hezar salan ne Romî û Fars û Ereb hebûn, ne jî milletekî din. Berî 75 hezar salan ne Tewrat hebû, ne jî Incîl û Quran. Di Tewrat, Incîl û Quranê de temenê mirovatîyê xwe digihîne heta Tofana Nebî Nuh û diteqine. Lê bi dîtina bapîra me Şanîdar xanimê carek din derket holê ku Kurd û welatê Kurdan berî herkesî hebûn. Ji xwe Nebî Nuh jî Kurd bû û bi qewmê xwe re bi Kurdî daxivî (Ewlîya Çelebî-seyahatname).

Îcar we fêhm kir bê çima dinya û alem dijmin û neyartî û înkara Kurdan dike?

Aha ji ber vê yekê.

Heke hebûn û rastîya Kurdan qebûl bikin, ne dîroka wan dimîne, ne ziman û çanda wan dimîne, ne şaristanî û hiqûqa wan dimîne, ne jî kok û bingeha wan dimîne. Heke rastî derkeve holê wê bê dîtin ku ew tev ji Kurdan peydah bûne û ji Kurdistanê (wê demê navê wê Sumer dibe, Hîtît dibe, Med dibe,Kardûx dibe, Elam dibe, Xaltî dibe, çi dibe bela bibe) terkî dinya bûne.

Aha ji ber vê rastîyê tukes rastîya Kurdan qebûl nake û naxwaze dewleta Kurdistanê çêbibe. Heke dewleta Kurdistanê çêbibe wê hemû rastî derkevin holê û ev jî li hesabê kesekî nayê.

Axir…

Xwedê û pêxember ji Arkeologên Zanîngeha Cambrîdge razî be. Bi dîtina bapîra me Şanîdarê em serbilind û bextewar kirin û rastîya dîroka Kurd û Kurdistanê li nav rûyê dinyayê xistin.

Bijî dapîr û pîrika me Şanîdar xanim!

Cihê wê bihûşta nûranî be rebbî…

About The Author