Nasyonal-Sosyalîstê Kurd Remzî Nafî


Nûrî çelîk

Birastî min gelek caran meraq dikir, min ji xwe dipirsî û digot “ di nav hemû millet û dewletên cîhanê de netewperest, nîjadperest û nasyonal sosyalîst hene, çima di nav Kurdan de tunene? Çima Kurd wek xelkê nabin netewperest û xwe dûrî vê hest û hişmendîya qewmî digrin? Çima netewperestî ji xelkê re adet û ji Kurdan re qebhet e?“ û gelek pirsên din.

Nîjadperestî ne netewperwerî ye. Îroj faşîst û nîjadperestên herî tûj jî naxwazin nîjadprestiya xwe eşkere bikin, ji ber ku nîjadperestî ji alîyên hemû hêzên demokrat û lîberal ve tê naletkirin. Helbet nîjadperestîya dewletên serdest û dagîrker cuda ye, ya milletên bindest cuda ye. Nîjadperestîya serdest di destên dagîrker û partî û rêxistinên wê de ji bo binpêkirin û bindestkirina milletên din tê bikaranîn, çek û îdeolojîya dagîrkirin û berfirehkirina xakê û xeyalên desthilatdarîyek bê sînor e. Nîjadperestîya milletên bindest wek netewperwerîya li dijî dagîrkerî, serdestî û zilm û zora dagîrkeran tê nirxandin. Wek netewperwerîya ji bo azadî û rizgarîyê, netewperwerîya li dijî dagîrkerî û bindestîyê tê dîtin. Ji ber vê, divê em netewparêzî yan jî netewperestîya Kurdan li gor vê yekê binirxînin.

Divê em ji bîr nekin, dewletên dagîrker bi hemû hêz, dezgeh û qudreta xwe hewl didin ku Kurdan ji hest û hişmendîya netewperwerîyê dûr bixin û bi rêya hevkarên xwe (çep, rast, oldar û hemû hêmanên xwe) bi çîrokên bratîya xelk û ummetê Kurdan dûrî fikir û hizrên netewperwerîyê bigrin. Û heyf û mixabin di vê siyaseta xwe de bi ser ketine. Dagîrkerên ku bi xwe nîjadperest û netewperest in, netewperwerî û netewperestî li Kurdan heram kirine, Kurd ji hest û hişmendîya netewperwerîyê dûr xistine û netewperestî li ber çavên wan reş û kirine. Ji ber vê, Kurd nebûne xwedîyê hest, hizir, dem û dezgeh û partîyên netewperest.

Remzî Nafî (Remzî Nafî Reşîd Axa) Di dîroka Kurdan de yekem Kurdê ku bi hêzên Adolf Hîtler, ango bi Nazîyan re têkilîyê datîne û hewl dide bi alîkarîya wan li Iraqê Kurdistanek serbixwe damezrîne, belkî jî Remzî Nafî ye. Yekem kesê ku bi hişmendîya „Qewmê Arî“ dixwaze Kurdistanek xalis muxlis Kurd damezrîne, ew e. Her çiqasî heta berî salên 80î jî bavpîrên me simbêlên xwe wek ê Adolf Hîtler çargoşe kur dikirin jî, di warê siyasî û hizrî de min nebihîstiye ku Kurdek têkildarî bi Nasyonal Sosyalîstên Alman, yanî bi faşîstên Alman re danîye. Dibe ku Remzî Nafî yekem kes e. Remzi Nafî Reşîd Axa di 1917î de li Hewlêrê, li qesra Ataulla Axa, di malbatek dewlemend û bi rûmet de tê dinyayê û ji eşîrek bi navê Mamundî bû û ev eşîr li Iraqê navdar bû. Remzî Nafî dibistana seretayî nêzîkî şeş salan û ya amadeyî jî sê salan li Hewlêrê xwendiye. Piştre salekê diçe lîseya herêmî ya Kerkûkê. Li Kerkûkê Remzî tev li Partîya Hîwa (Hêvî) dibe. Ji ber ku îdeolojîya Hîwa rastgirîya tundrew e, Nafî tê de cîh distîne. Nafî piştre li Bexdayê lîseya navendî ya zanistî dixwîne. Nafî, berî ku lîseyê biqedîne, ji ber sedemên siyasî neçar dimîne ku paytextê biterikîne û diçe Beyrûdê. Ji Cotmeha 1941ê heta Adara 1942an li Beyrûdê dimîne. Li zanîngeha Amerîkî ya Beyrûdê wek xwendekarekî nû dest bi xwendinê dike û ji hêla gelek xwendekar û mamosteyan ve wek kesayetek xwedî helwestek şerker û dijminê Ingilîzan tê naskirin. Li Beyrûdê Dr. Kamûran Bedirxan, Nûreddîn Zaza û çend kesayetîyên ku wê demê di rêxistina Xoybûnê de çalak bûn, nas dike û tev li rêxistina Xoybûnê dibe. Ji ber Xoybûn jî ji bo Kurdistanek serbixwe têdikoşîya, Nafî di nav refê wê de cîh girt. Remzî Nafî bi saya serkeftina xwe û dîploma ku ji zanîngeha Amerîkî ya Beyrûdê wergirtibû, li Tirkîyê derbasî Koleja Çandî ya li Enqerê dibe.

Operasyona Mammût (Mehmûd)

Remzî Nafî di sala 1942an de, piştî hatina xwe ya Enqerê, bi endamên Abwehr, Yekîneya Îstîxbarata Leşkerî ya Almanya Nazî re, ku ji taktîsyen, sîxûr û mamosteyên navdar û xwedî tecrûbe pêk dihat, têkilî danî. Ew bi Remzî Nafî re li qehwexaneyekê dicivin û di civînê de ji bo yekbûna Kurdan, li ser çêkirina nexşerêyekê, li ser serhildanên Kurdan ên li dijî Îngilîzên dagîrker û li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê gotûbêj dikin. Desthilatdarîya Almanya (Adolf Hîtler) bi navê “Operasyona Şewitandina Rojhilat” du plan dabûn ber xwe. Ew plan ji planên Iraq û Îranê pêk dihat. Plana li Iraqê ji berê de ji alîyê Adolf Hîtler ve hatibû amadekirin û pejirandin. Plana ku navê „Operasyona Mammût“ (Mehmûd) lê hatibû kirin, ji bo du sedeman bû. A yekem “azadkirina Şêx Mehmûd Berzencî“ (wê demê Şêx Mehmûd ji alî Ingilîzan ve hatibû girtin), ya duyem “komkirina eşîrên Kurd û di bin fermandarîya Şêx Mehmûd Berzencî de şerê li dijî Ingilîzan“. Plan ew bû ku Gottfried Müller û endamên Îstîxbarata Nazîyan li Kurdistanê bi cîh bibin û eşîrên ku bi Şêx Mehmûd Berzencî ve girêdayî ne, li dijî Îngilîzan serî hildin. Armanca din jî rizgarkirina Şêx Mehmûd Berzencî ye. Heger ev serhildan bi ser bikeve, wê artêşa Alman bi alîkarîya Kurdan hem Hindistanê û hem jî li Filistînê Ingilîzan têk bibin. Wê ev operasyon bi piştgirîya hewayî ya Luftwaffe KG 200 bihata kirin.

Têkçûna operasyonê

Herdu alî li hev dikin. Gottfried Müller li ser ala Alman ya Nazî û Remzî Nafî jî li ser ala Kurdistanê sûnd dixwin ku îxanetê li hev nekin û dilsozê hev bin. Ev plan dikeve meriyetê, lê di roja ewil de têk diçe. Di dema ketina paraşûtê de dek û dolabên çek û alavan winda dibin û koma paraşûtvanên Alman 300 km dûrî hedefê dadikevin. Piştî 12 rojan Ingilîz hemûyan digirin. Remzî Nafî û efserên Alman ji alîyê Îngilîz û Îraqîyan ve tên girtin û Nafî bi tundî tê êşkencekirin. Beşdarên Alman di sala 1947an de dişînin kampek leşkerî ya Brîtanyayê û piştre tên berdan. Nafî bi cezayê muebbetê tê cezakirin.

Mirina Nafî

Remzî Nafî di sala 1947an de, ango du sal piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji ber ku di encama êşkenceyên giran û lêpirsînê de pirsgirêkên wî yên derûnî çêbûbûn, serbest tê berdan. Ji ber bêîstîqrarîya wî ya derûnî, jiyana xwe ya mayî li odeyek piçûk, dûrî malbata xwe derbas dike. Remzî Nafî di sala 1949an de, di 32 salîya xwe de ji ber encama êçkenceyên giran û pirsgirêkên derûnî jiyana xwe ji dest dide.

Kolana Remzî Nafî ya li Hewlêrê

Bîranîna Remzî Nafî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji nîqaşên civakî hat derxistin. Ew di salên 1980î de tenê bi sînorek tund dîsa wek kesayetek siyasî hat pejirandin. Li ser jiyana wî û girîngîya wî ya ji bo Kurdistanê, çep û rast nîqaşên tund, nakok û pir tehl li ser wî dihatin kirin. Piştre hêdî hêdî li ser wî, li ser xebat û jiyana wî gotûbêj hatin kirin, hewl hat dan ku ew wek rêberekî netewî bê naskirin, pirtûk li ser wî hatin nivîsandin û navê wî li kolanekê jî hat kirin. Remzî Nafî, îro wek yek ji damezrênerên teorîyên nîjadperest ên li Rojhilata Navîn tê naskirin.

Nafî di warê fikrî de hewl da ku di nava civaka Kurd de tevgerek rewşenbîrî ya nîjadperest bide destpêkirin û Kurdan bi hest û giyanek Kurdewarî, bi hizir û hişmendîyek Aryanî bide ser hev. Çawa ku Nihal Atsız dixwest hest û hişmendîya nîjadperestîyê di mejîyê Tirkan de biçîne, Remzî Nafî jî bi heman hest û hişmendîyê dixwest ji Kurdan nifşekî nû, nifşê Kurdên Arî biafirîne.

Remzî Nafî yê ku di civaka Kurd de wek tabû dihat bincilkirin, îro bi eşkere û zelalî behsa wî tê kirin û ji alî gelek xort û ciwanên Kurd ve wek rêberê netewperestî û nîjadperestîya Kurd tê qebûlkirin û rêz jê re tê girtin. Û hetta wî wek serok û pêşewa jî payedar dikin. Remzî Nafî îro hem li Başûr, hem li Bakur, hem jî li Ewropayê, di nav komek xort û ciwanên netewperest ên Kurd de wek rêber û sembola pêşketina nîjadperestîya Kurd tê hezkirin û Remzî Nafî ji xwe re wek rêber qebûl dikin.

KOMA “HAWPA”

Koma Hawpa, ku yek ji pêgirtîyê hest û hişmendîya Remzî Nafî ye û li Başûrê Kurdistanê di nav hewla birêxistinbûnê de ye, bi rêya propagandaya medya civakî xwe digihîne xelkê. Hawpa di Soranî de tê wateya “hevkarî”. Hawpa dîroka damezrandina rêxistinê wek 1943 nîşan dide. Ev tarîx roja serhildana Remzî Nafî ya li dijî Îngilîzên li Iraqê ye. Ala wan li ser paşxaneyek reş tavek spî û di hundurê wê de sembola swastîka heye. (Swastîka di esasê xwe de sembola Zerdeşt Pêxember e, sembola bereket û pêşketinê ye, Adolf Hîtler û Nazîyên seranserê cîhanê Swestîkayê wek ala xwe ya resen bi kar tînin). HAWPA tê wateya “Komeleya Hevkarîya Netewî ya Kurd”.

Hawpa, ku ji destpêka sala 2022an ve bi awayekî aktîf hesabên xwe yên medya civakî bi kar tîne, li dijî hemû partîyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê ye. Ew Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Erebkirin û Îraqîkirinê tohmetbar dike. Hawpa rexne li xeta Barzanî dike û wê wek sosyalîst û çep dibîne. Ew YNK (Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê) û Partîya Goran bi dijminatîya Kurdan tohmetbar dike û difikire ku ev partî guh nadin prensîba hevjînî û hevklarîyê . Di daxuyanîyên xwe yên belavkirî de vê rewşê wek “dermankirina berjewendîyên dagîrkerên navnetewî” bi nav dike. T

evgera rastgirîya tund a ku di van demên dawî de derketiyê holê û gelek welatên rojavayî jî raserî (tûşî) wê bûne, îro di nav xort û ciwanên Kurd de jî bi pêş dikeve. Bi taybet rewş, îdeolojî, nakokî, berjewendî û berberîya navbera partî û siyasetmedarên Kurdên Bakur û Başûr, bi taybet di nav xwendekar û ciwanên Kurd de dibe sedema lêgerînên nû.

KURDÊN NASYONALÎST

Ev tevgera ku xwe di qadên Newroza 2023an de û herweha li hinek welatên Ewrûpayê nîşan dide, mîna Hawpa yê bi rêya medya civakî tê organîzekirin û xwe birêxistin dike. Tu komele û qada wan a qanûnî tuneye. Ji alîyê îdeolojîk ve xwe di rêza Hawpa de bi cîh dikin û Remzî Nafî jî wek serokê xwe qebûl dikin. Hesabê fermî yê rêxistinê hesabê wê yê Instagramê ye. Di hesabên wê de bi zimanekî tund rexne li HDP û Çepên Tirk tê kirin. Sembola rêxistinê li ser paşxaneya reş tava zer e. Rexneyên xwe yên sereke li polîtîka HDP (DEM) ya Tirkîyeyîbûnê û axavtinên çepgir digire. Kurdên Nasyonalîst bi awayekî eşkere xwe girêdayî îdeolojî û hest û hişmendîya netewperestîyê dibînin. Gelek nivîsên wan bi gotinên serokên Nazîyan dest pê dikin û zimanekî tund bi kar tînin. Tê gotin ku HAWPA û Nasyonalîstên Kurd bi hev re di têkilîyê de ne û hetta li Hewlêrê jî hatine cem hev.

Wek min di nivîsa xwe ya berê de jî gotibû, yek ji lehengên jibîrkirî Remzî Nafî ye. Lê dixuye ku êdî ruh û giyanê Remzî Nafî şad dibe û ewê ji îro û pê de di nav Kurdan de neyê jibîrkirin.

Bi hêvîya vejîna lehengên din…

About The Author