Tifaq, ez li ser rezaq


Nûrî Çelîk

Tifaq, hevkarî, piştgirî û jihevhezkirin bingeha serketinê ye. Miletê ku bê tifaq be, miletên ku dezgeh, rêxistin û partîyên wî neyar û berberê hev bin, tucarî nagihê mexsed û miradê xwe. Aha em Kurd miletekî wilo ne. Yan jî em xistine wê rewşê. Neyarî, berberî, bêtifaqî ketiye yan jî xistina xwîna me û em ji hev tar û mar kirine.

Îro Kurdên ku herî zêdee muhtacî tifaq û yekîtîyê, hevkarî û piştgirîya hev in, Kurdên Bakur in. Yên ku herî zêde raserî zilm û zordarîyê, asîmîlasyon û tunebûnê tên, ew in, yanî em im. Tifaq û yekîtî ji me re j inan û avê ferztir û pêwisttir e. Lê mixabin hîna jî em ji vê hest û helwestê, ji vê hizir û hişmendîyê dûr in û em kêfa xêrnexwazan li xwe tînin.

Îro li Bakurê Kurdistanê Partîya DEM û HUDA-PAR du partîyên sereke û xwedî deng û ra ne. Ji herkesî pêştir gerek ev herdu partî ( ne wek îdeolojî û dîtinên hevrik lê wek Kurd)nêzîkî hev bibûna, piştgirî û hevkarîya hev bikirana. Nikaribin bibin yek jî bi kêmanî neyartîya hev nekirana û ji bo berjewendîyên miletê Kurd li hev rûniştana. Lê mixabin nekirin û nakin. Yan jî hinek dest û alî (yên di nav dewletê û yên di nav wan de jî)naxwazin Kurd bên cem hev û tifaqa xwe çêkin.

Axir, ev şerma me Kurda ye.

Yezdanê pak dibêje “Tifaq ezli ser rezaq”. Ango, “Bibin yek ez bi we re”. Lê ma kî guh dide Yezdanê pak. Herkes xwe ji yezdanmezintir û biaqiltir dibîne û dibe sebebê bindestî û yêkçûna me.

Dewleta Romê dîsa dest bi lotikên qeyûman kir û qeyûn danî ser Şaredarîya Colemêrgê. Di vê derbarê de HUDA-PARê helwestek pîroz girt û li dijî vê bêhiqûqîyê derket.

Berdevkê HUDA-PARê û qeraseyê zilaman Serkan Ramanli, dîsa her her care bi hest û helwestek Kurdewarî lotikek avêt û helwesta şirîkê xwe yê AKP rûreş û şermezar kir.

Aferîn!

Aha dive hemû partîyên ku dibêjin em Kurd in yan partîyên Kurd in xwedîyê vê hest û helwestê bin. Hest û helwesta yekîtî, tifaq, hevkarî û zikêşîya hev…

Xwedê ahê mezlûman ji zaliman re nehêle….

Mûş

About The Author