Xalê me Ehmed behsa wîjdên kir

Miradê Torî

Xalê me ehmed Turk zêdeyî 40 salan e ku di meclîsa Romê de wekîltîyê dike û gelek caran jî bûye şaredarê bajarê Mêrdînê. Hatiye girtin û hatiye berdan, hatiye berdan û hatiye girtin û xuyaye hîna jî Romî nas nekirine û hîna jî hêvîya însanetî û wîjdên ji wan dike.

Ehmedê me di konferansek rojnamevanîyê de axivî û da lotikan.

Xalê me Ehmed di axavtina xwe de gilî û gazind ji dewleta Romê kir û got ku “di navbera şaredarîyên Tirkiyê de cudahî tê kirin û hejmarek medya Romê jî di vî warî de têkdan û fitne û fesadîyê dikin“ filan û bêvan.

Xalê me ehmed tika û daxwaz ji medya Romê kir ku dev ji van fitne û fesadî û qûnektîya xwe berdin û xwedî wîjdan bin.

Yaw xalo can, ez xulam, va te emir û temen jî derbas kir, heta kengî tuyê xwe û Romîyan nas bikî lo! Yan tu nizanî ku gava mijar dibe Kurd Romî ji insanetî û wîjdên dûr dikevin ezbenî.

Xuyaye xalê me Ehmed Turk ji bîr kiriye ku Romîyan Kurdistan dagîr kiriye û bi siyaseta kolonyalîzmê nêzîkî şaredarî û Kurd û Kurdistanê dibin.

Romî û wîjdan çi be, rovî û sûk jî ew e xalê Ehmed….

About The Author