Baş e go hesp e û ne kûçik e

Aram serhedî

Li ser bextê çapemenî û fitne û fesadên Swêdî be, dibêjin li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, kesê bi navê Senanîk Oner ( ne li ser bextê me be, çapemenîya Swêdî û Romê dibêjin xwedêgiravî PKK î ye) di axurê hespan de bazdaye ser hespê û namûsa wê kiriye pênc pere. Dibêjin berî ku Senanîkê me fîşeka xwe di hespê de biteqîne hatiye girtin û fîşeka wî di devê lûleya demança wî de asê maye.

Bazdan û destdirêjîya heyvanan ne tenê li welêt, herweha li gelek welatên Ewrûpayê jî çêdibin. Tirk bin, Kurd bin, Ereb yan çi celeb insan dibin bela bibin, gava nêta xwe xirab kirin û li wan rabû, êdî dibin hêsîrê haletê xwe û ji rê derdikevin. Lê mesela me ne ev e, mesela me nankorîya Swêdîyan e.

Law swêdîno!

Rabin, rûnên û dua ji Senanîkê me re bikin oxlim. Baş e go rebeno bazdaye ser hespê, go bazdaba ser pisîk yan kûçikên we we yê çi gû bixwara ha! Li şûna ku hûn wî xelat bikin hûn radibin wî digirin û di nav alemê de riswa dikin, ma ev bû!

Wele ez li ber Senanîk û hespê nakevim, herduwan ji hev hez kiriye, bi hev şa bûne û hevdu dane ber lotik û zîtirkan. Ez li ber wê yekê dikevim ku kêfa Romîyan û çapemenîya wan li me hat û Kurd di devê xwe de kirin benîşt..

Swêd

About The Author