Îcar xwedê ji DAÎŞê stend

Aram Serhedî

Halîhazir 35 leşgerên Swêdê li başûrê Kurdistanê hene. Hikûmeta Swêdê biryar girt ku leşgerên xwe li başûrê Kurdistanê zêdetir bike û lotikên xurttir bavêje.

Wezîrê Paraztina Swêdê Peter Hultqvis da zanîn ku ewê li başûrê Kurdistanê leşgerên xwe zêdetir bikin û û hejmara wan bikin 70. Peter Hultqvis, herweha got ku di pêşerojê de ewê li dijî zinêkarên DAÎŞê têkevin nav çalakîyên zêdetir û qûnê li wan biçirînin.

Wek hûn zanin, zinêkarên DAÎŞê ji kujtina bi destê jinan pir ditirsin. Li gor wan, heke ew bi destê jinan bên kujtin, ewê neçin bihuştê, ewê mirar herin û nebin mêrê 72 horîyên germ û nerm. Ji ber vê, gava çav li pêşmergeyên jin yan gerîlla û leşgerên jin dikevin, tir di wan de dibin fis, bi xwe de dirîn û ji mêranî dikevin.

Ez serê we neêşînim, piranîya leşgerên ku hikûmeta Swêdê bişîne Kurdistanê jî jin in.

Îcar hesab li cem we.

Bifikirin, gava zinêkarên DAÎŞê çav li van leşgerên spehî, bedew û çavşîn bikevin bê wê çi bobelat û tofan bê serê wan, yabooooo, wê çi tir û fisê bergîllan bikin hahooo…

Stockholm

160606-15

htr

About The Author