Şîrêza Tirkmancan

Aram Serhedî

Tirk, Tirkên dewşîrme û çeqilmast li serê me Kurdan bûne belayek mezin û em dikin û nakin nikarin xwe ji vê vîrûsa sedsala 21ê xelas bikin. Hinek ji van Tirkên dolheram bi paraşûrê dadikevin ser serê Kurdan, hinek ji kîsikê tombalayê derdikevin û dibin nesîbê Kurdan, hinek jî wek kêzikên nava rêxê bi Kurdan ve dizeliqin.

Aha ji we re xaltîka Tirkmancan û koçbera Bûlgarîstanê Nursel Aydogan.

Gerçî heqê me lê tune em vê xanima germik û nermik rexne bikin. Ji ber xanimê rastîya xwe û partîya xwe dibêje û venaşêre. Rexneyên herî mezin, ew Kurdên me yên xwelîser, ewên ku dane û didin dû qûna van Tirkên dewşîrme û cilika wan dikşînin serê xwe, heq dikin.

Axir…

Mesela me li ser xaltîka Kurdên xwelîser Nursel Aydogan bû.

Nurselka me berî niha jî, çend carên din jî bi mêranî derketibû pêşberî çapemenîyê û gotibû: „Ne ji Ocalan û PKK bûya Kurdistan ji zû de çêdibû. Yê ku li pêşberî serxwebûna Kurdistanê asteng in, Ocalan û PKK ye“ û rastîya xwe, partîya xwe HDP û PKK anîbû zimên.

Piştî wê lotikê, niha jî dîsa lotikek avêt û dîsa bi mêranî rastîya xwe û partîya xwe HDP anî zimên.

Keçê wey aferîn ji te û lotikên te re!

Xaltîka Nursel vê carê çi got:

Siyaset û helwesta hikûmeta AKP rexne kir û got: „Ji tasfîyekirina HDPê tiştek dernakeve. Di eslê xwe de HDP ji bo Tirkîyê şansekî mezin e. HDP xelkên Tirkîyê wek zemq û şîrêzê bi hev ve dizeliqîne û li hev radigire“ filan û fîstan.

Yanî, xaltîka we Nursel xanim dixwaze bêje ku „Ne ji HDP be, wê Tirkîye parçe bibe. HDP rê li ber parçebûn û parçekirina Tirkîyê digire û nahêle Kurdistanek serbixwe ava bibe“.

Heyran, ez bi serê te û bavê te kim Nursel xanim, ji rastîyê xweştir tiştek tuneye.

Tu rast dibêjî û xweş dibêjî.

Lê ka ew Kurdên ku te fêhm bikin?

nurselke

About The Author