Li ser panela doh nêrîneke dîn û çend dîtin-tespîtên delodîn

Devliken Kelogirî

devliken
-Di roja zimanê kurdî de, kurdî wek her car dîsa ma stuxwar û sêwî.
-Moderatorê panelê ji moderatoriyê bêtir, dişibiya memûrekî PTTê. Na na, bibore. Dişibiya gardiyanekî ji wan gardiyanên hefsê yên dewra salên heyştê. Bi paşnavê xwe “GUL” bû lê tu eleqeya wî û gulê bi hev tune bû; wek stîriyekî bel li ber çavê civatê bû. Bi şêwazeke beloq, bi mirûzekî tirş peyvên çors lê bi tirkiyeke akademîk dadiweşand nav çavê guhdaran. (Yek ji wan guhdaran jî ez bûm. Lê min ew da xatirê haziran. Herweha car caran di bin çavan re li panelîstan jî dinêrî û bi şêwazeke pir moderatorîk digot, “Birêz! Piçekî bilezîne. Bîst û neh saniye û nehsed û nod û heft salîseyên te ma…) Careke din ev moderator, divê bibe meterator û tenê ji kaniyê avê bikişîne malê ji bo xweşuştuneke ekolojîk.
-Dr.Alî Teter, ji aliyê xwe yî mêjû û siyasî têr û tije û têra xwe xemilî bû. Bi nasnameya xwe yî akademîk pir sempatîk xuya dikir. Bi şewazeke kurdî û bi kurdiyeke têra xwe kurdî agahiyên têr û tije bi me guhdaran re par ve kir. Lê bi ya min, hewcedarî bi nasnameya wî ya partiyî tune bû. Xwezî nasnameya xwe yî partiyî dernexistibûya pêş.
Aliyê wî yê akademîk în!
Aliyê wî yê partiyî out!
-Dr.Yaşar Abdulselamoglu, bi agirê moderatorê “biratî”hez şewitî. Hemû agahiyên xwe yên zêrîn bi zimanekî zîvîn bi me guhdaran re par ve kir. Lê xwezî ji moderator û organîzatorên panelê re gotibûya, “Ez zêrê xwe nadim bi zîvê xelkê.” Dîsa jî şêwaza wî, sekna wî pir maqûl bû. Bi zanîna xwe ya civakî-sosyolojîk di heqê kêşeya Kurdistanê de gelek mijar-babetên balkêş bi şêwazeke zanistî û akademîk xweş anî zimên.
-Parêzer Celal Baykara tişt miştine hikûkî got, lê jixwe ew gotinên wî di tûrikê xaltîka me „Google“yê de jî hebûn. Piçekî din dewam bikira, li wê salonê guhdar ê hemû raketina. Piştî gotina wî qediya, vê carê jî ew bixwe dikira li ber gotinên hevalên xwe yên panelîst di xew re biçûya.
-Herçend xort mortina xwestin berî panelê-piştî panelê ji bo rêzgirtina şehîdan deqeyekê şipiya bisekinin û sirûda Ey Reqîp bixwînin jî, moderator ji karê xwe yê ne karê wî gişan, di wir de sekneke baş nîşan da û bi şêwazeke gardiyane go hop û ew xort mort nakawt kirin. (Ciwanên me jî, bi taybetî jî ev nifşê bi jahra tirkan jardadayî bûne, ne tenê ziman asîmîle bûye, herweha ev nifş, wek fikir, nêrîn, sekin û mentiq jî asîmile bûye û wek dijminê xwe tev digerin. Wek hûn zanin tirk, heta di ser gû de jî sirûda xwe ya îstiklalê dixwînin.)
-Va ye ev du sal di ser avakirina PAKê re derbas bû. Êdî divê PAK xwe pak bike. (Divê profesyoneltir tev bigere û herî kêm serekê partiyê, cîgirên serekê partiyê û kesên ew ê li ser navê partiyê daxuyaniyan bidin çapemeniyê, divê rojekê berî rojekê xwe fêrî zimanê xwe bikin.)
-Medyaya kurdî hîn jî amator e û bi amatoran jî ew ê tu carî negihêje asta profesyoneliyê. (Hîn panel bi dawî nebûye, berpirsê K24ê di hundirê salonê de ku salon biçûk bû jixwe, bi panelîstekî re weşana zindî kir. Dengê weşanê û dengê salonê li bin guhê hev diketin)
-Di dawiya panelê de, meterator ji min aciz bû û ya dilê xwe got. Çend mînak-nimûneyên trajî-komîk dan ku bi ya min sosret û hetiketî jê difûriya. Go nizanim Zimanê Hindistanê yê fermî îngilizî ye. Zimanê Cezayîrê frensî ye, zimanê Pakîstanê nizanim çi ye… Bi kurt û kurmancî, meteratorê me xwest bibêje, sib-dusib Kurdistav ava bibe, heger zimanê fermî tirkî be jî, ne xem e.
-Û de xalo de xalo! Çemê Çetelê de xalo…

About The Author