Kurmê şîrî heta pîrî

Belasebeb negotine,

„Kurmê şîrî heta pîrî“

Selahedînê ku bi şewba biratiya gelan ketibû, hîn jî ji wê şewbê xelas nebûye, mixabin.

Rast derew dibêjin, Selo di hefsê de bûye Ziya Gokalp û dest bi nivîsandina helbest û çîrokên bi zimanê birayên xwe kiriye.

Û herweha di demeke nêzîk de kitêbeke wî ya çîrokan di ber rêya azadî û serxwebûna biratiya gelan de çap dibe.

Li mejîsist û mejîkurmiyên kesayetçilvirî pîroz be!

De îja, Xwedê meriv şaş neke, şaş kir, fahş neke, ku fahş jî kir berê meriv bi kaş veneke…

Kuro law!

Kî di şûna te de bûya, wê bigota, firset ev firset e, di wê hefsa dagirkerên ku ji bo hebûna te-hebûna meriv zimanê meriv e, tu bûyî hefsî, qet nebe te yê êdî li xwe-li hebûna xwe bipirsiya bê tu kî yî, çi yî, ji ku hatiyî?

Heger meriv bi xwe re rast be û di doz-dahwa xwe de durist û dilsoz be, meriv kare di şeş mehan de bibe pisporê doz-dahwa xwe.

Ji dêvla di wê hefsê de bi awayekî kole û hefsî tu yê xizmetê ji kultura dagirkerên ku miletê te kirine ker re bikî, te ji bo hebûna xwe-zimanê xwe hewl bida, di şeş mehan de tu yê bibûyayî Celadet Elî Bedirxanê miletê xwe.

Lê dema meriv bi xwe re ne rast be û jiyana meriv ji serî heta binî bi nakokiyan hatibe dorpêçkirin, şiyarbûn-xwenaskirin-hayjixwebûn zor û zahmet e.

Ez karim bibêjim „,“ û lê zêde bikim, lê dev jê berdin, ez ê „.“ê deynim û bes dilê xwe û we reştir bikim.

NUXTE…

About The Author