El yaman, yan beg yaman?

Hefteyek berê , şêrê şêran, melkemûtê eftarxulyan, xweşmêrê mala şêx Evdilla, xwarzîyê me DURAN; tirrek mezin û ne li gorî xwe kiribu û gotibû:

„Dînime îmanime nabe ku referandûm bête çêkirin“ û dabû lotikan.

Û îro xaltîka Besê xwe hejand, hat pişta qemerayê, çavê xwe girt û devê xwe vekir û got:
„Ez bi serê serok bikim, ev çil sal e em ji bo serxwebûna Kurdistanê têkoşînê dikin“
Û fetlek da xwe û çû.

E de vêca ka bêjin gelî Kurdên xwelîser?

El yaman, yan beg yaman?

Hûnê ji kê bawer bikin?

Yek li defê dixe, yek li zirnê dixe.

Law bi namûsa mêrê berê we hiş û aqil di serê me de nehişt heval!

About The Author