HETA QEYSERÊ Jİ ME RE BES E!

Dewleta dagirker him li miletê Kurd zulmê dike, hem ji alîkî ve jî ditirse û wek anketê di nav milet de pîvana bertekan dike. Lêkolîna daxwazên wan dike.

Li gundekî Serhedê ku tê de qereqol heye, rojekê du gundî di ber qereqolê re derbas dibin ku biçin zevîyê.

Fermandarê qereqolê jî li baxçê qereqolê rûniştîbû, deng li herdu gundîyan kir û got: “ Hûn bi ku ve diçin? Hela werin em hinek suhbet bikin, bi hev re çayekê vexwin.

Cemîl û Hecî Teyar matmayî man û li çavê hev mêze kirin.

Hecî Teyar got: “ Hela em biçin ev kurê kerê çi dibê.

Silav lê kirin û rûniştin werhasil.

Piştî xoş bêşê, fermandar zivirî ser Hecî Teyar  pirsî: “ Hecî, hûn Kurd doza çi dikin, hûn çi dixwazin?”  

Hecî Teyar hinek bêdeng ma, paşê destê xwe bi ser fermandar de hejand got: “ Hûn jî baş zanin, em daxwaza mafê xwe dikin, doza me doza Kurdistanê ye.

Fermandar got: “ Hecî hûn heta ku dixwazin, Kurdistan kuderê ye?

Hecî got : “ Heta Qeyserê ji me re bes e.

Fermandar got: “ Hecî weleh hûn pir dixwazin ev nabe.

Hecî rabû ser pîya, xatir xwest û got: “ Ezê herim zevîyê tu jî bifikire. Heke nebû, wê du rûsipî bikevin navberê û emê li ser sînor li hev bikin.

Cejna we ya Qurbanê pîroz û bimbarek be!

 

About The Author