Duran abêmiz got: „Yooxxxx, wallah billah olmaz!“

Serokê Tirkmanc û hinek Kurmancan abêmiz Duran Kalkan, ji kanala NewsChannel re da lotikan û serê hefsarê hespê xwe berda.

Duran abêmiz, di derbarê referandûma serxwebûnê de da lotikan, çav lê sor bûn, xwêdan da, çavê xwe girt û devê xwe vekir.

Duran abê ji lotikvanên News Channel re got: „Binerin oxlim, ez bi serê we û televizyona we bikim, referandûma Başûrê Kurdistanê ne ji bona serxwebûnê ye. Bi allahwekîl armanca referandûmê ji bo pûçkirina xebata PKK ye qardaşim, ma emê rabin derewan bikin“ û pê de çûye.

Kalkan abêmiz, tê de germ bûye û dîsa gotiye: „Ez ji we dipirsim cîgerim, kê rê daye wan îlkel mîllîyetçîyan ku referandûmê bikin arqadaş? Ma destûr ji civaka Kurd xwestine ûlan?“ û simbêl badaye.

Piştre li xwe mikur hatiye û gotiye: „ Bi dîn û îman mafê azadî û serxwebûna gelê Kurd nayê nîqaşkirin, bi referandûmê jî ev biryar nayê standin. Ev gel bêguman wê serbixwe û azad bibe“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Ê başe Duran abêmiz, gava we xendek û mendeq li bajarên Kurdistanê kolan û we bi hezaran xort û keçên Kurd belasebeb dan kujtin, we destûr ji kê xwest arqadaş? We hesabê kîjan civaka Kurd bi pîvazekê kir û we destûr jê xwest?

We destûr ji min stend?

Na.

We destûr ji xaltîka min Eyşokê stend?

Na.

We destûr ji xalê Misto stend?

Na.

We destûr ji Bavê Yetar stend?

Dîsa na.

Ê naxwe çi?

Madem tu dibêjî „mafê azadî û serxwebûna gelê Kurd nayê nîqaşkirin, ev gel bêguman wê serbixwe û azad bibe“, çima hûn dijminatîya mafê azadî û serxwebûn gelê Kurd dikin?

Madem serxwebûn bi referandûmê nayê stendin, wê bi çi bê stendin qardaş?

Bi xendek û koncalan, yan bi çîrokên şikeftên Qendîlê?

Ev 40 sal in hûn di şikeftên Qendîlê de heman çîrok û çîvanokan ji me re dibêjin û we gundekî bakurê Kurdistanê jî azad nekiriye, qe nebe bihêlin bela ew „îlkel mîllîyetçî“ Kurdler koxikek starê ji Kurdan re ava bikin babam, ma qebhet e?

Yox duran abê yox, wallah û bîllah ev nebû.

Dev ji wan îlkel mîllîyetçî Kurdleran û serxwebûna wan berdin cîgerim, hûn di xewn û xeyalên ekolojîk û demokratîk de avjenîya xwe bikin û serê xwe neêşînin wesselam…

Qosera Mêrdînê

About The Author