Ê de bajo xalo can, bajoooo!

Endamê Konseya KCK û qeraseyê zilaman xalê me Cemîl Bayik, dîsa çend lotik avêtin û ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî. Cemîlê me bi taybet li ser netew-dewletbûnê û referandûma serxwebûna Kurdistanê sekinî û dest lotikên demokratîk kir.

Xalê we Bayik, di lotikên xwe de bi serê başqan Ocalan sûnd xwariye û gotiye: „Binerin heval, êdî dema netew-dewletê hatiye girtin, xitimîye û derbas bûye. Başqan Ocalan gotiye ku „heke azadî û demokrasî bê xwestin, divê hûn xwe ji dewlet û desthilatdarîyê dûr bixin qardaşim“ û pêde çûye.

Serok Bayik, xwe dispêre gotinên başqanê xwe Ocalan, dide lotikên demokratîk û dibêje: „Mafê çarenûsî ne tenê avakirina dewletê ye, ev xelet e. Dewlet ji xelkê re azadî û demokrasîyê nayne babam. Heke azadî û demokrasî bê xwestin, divê hûn xwe ji dewlet û desthilatdarîyê dûr bixin, divê hûn xwe nêzîkî wê nekin, divê hûn tekoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzma ku li dijî dewletbûnê ye bidin qardaşim“ û germ bûye.

Xalê we Bayik, piştre berê lotikên xwe dide dewleta Tirko, bi mîrkutan li nav serê dewleta Tirko û virqo dixe û dibêje: „Binerin oxlim, dewleta Tirk ji bo referandûmê Kurdan dehf dide, di binê kayê re avê diherikîne.  Bi vê yekê, wek ku li Rojava jî diwxest bike, dixwaze şerê Kurd û Erebên qûnreş derxe. Xwest vê yekê li Rojava jî pêk bîne lê ji qûna wan nehat û bi ser neket. Niha jî bi rêya referandûmê dixwaze li Iraqê pêk bîne û li Iraqê şerê Kurd û Ereban derxe. Bi vê yekê dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje, hem Kurdan û hem jî Iraqê jar û perîşan bike. Ji ber vê yekê, çavê xwe ji referandûmê re digre, referandûmê wek hacetek taktîkî bi kar tîne allahwekîl“ filan û fîstan.

Halla hallaaaaaaa!

Yaw ev dewleta Tirk çima çavê xwe ji referandûmê re digre babam, ma kor û hitim bûye?

Aha we dît û we xwend gelî civatê.

Êdî dema netew-dewletê derbas bûye û xalê we Cemîl jî ji serxwebûn û dewleta Kurdistanê re dibêje na û STOP!

Ji bo ku Kurd û Erebên qûnreş hevdu nekujin û ji bo Iraq parçe nebe, divê referandûm çênebe, Kurd nebin dewlet û xalê me Cemîl ji referandûmê re dibêje NO, NA û NEXÊR!

Birastî lo, ma referandûm ne mafekî azadî û semokrasîyê ye?

Ma sosyal-îzm ne mafê civakê ye, mazê azadî, demokrasî û wekhevîyê ye?

Bi şeş telaqan belê!

Ê naxwe çima hûn li dijî referandûmê û mafê azadîya milletê Kurd derdikevin qardaşim?

Çima hûn li dijî mafê sosyal-îzm a Kurdan derdikevin heval?

Ma ew azadî, demokrasî û sosyal-îzma ku hûn dixwazin, tenê ji bo Tirk, Ereb û Farisên hov in?

Ma Kurd ji Eyşika Ereb in ku dewleta xwe ava nekin û nebin xwedî dewlet?

Ê de bajo xalê Cemîl bajoooooooo!

Hewlêr

About The Author