Xwedê got ERÊ, ma pêxember

Referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe, yanî di 25ê Îlonê de ye. Kurdên welatperwer û dilşewat helbet serxwebûna welatê xwe dixwazin û dixwazin ew jî wek hemû kesî bibin xwedî dewlet û starek wan hebe. Kurdên çeqilmast, sersar û xulamên xelkê jî li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û dixwazin Kurd her û her kole û xulamên Tirk, Ereb û Ecemên zikreş bin.

Heta niha me meraq dikir ka gelo „xwedê“ û „pêxember“ ji bo referandûmê û serxwebûna Kurdan çi dibêjin, çi difikirin.

Xwedê jê razî Mele Elî Kelek, kela dilê me hênik kir û nêt û helwesta „xwedê“ eşkere kir.

Mele Elî Kelek, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar, destê xwe li qurana pîroz xist û got: „Di derbarê referandûmê de min ji xwedê pirsî. Min nimêja xwe kir, dua ji xwedê re kir û bersiva wî meraq kir“.

Axir…

Xalê me Mele Elî Kelek, di xewna xwe de dibîne ku ew û malbata xwe diçin hecê. Meleyê me pir bextewar û dilxweş e. Cara yekem xewnek wilo dibîne. Radibe xewna xwe ji hevalekî xwe re dibêje. Hevalê wî xewna wî tefsîr dike û dibêje: „Xwedê alîgirê referandûmê ye û dibêje divê ji referandûmê re „ERÊ“ bê gotin. Xwedê dixwaze Kurd bibin xwedî dewlet û erkên dewletê pêk bînin“ filan û bêvan.

Wey şikir ji xwedayê dilovan re!
xwedê ji referandûmê re gotiye ERÊÊÊÊÊÊÊÊÊ!

Û gelo wê Mihemed pêxember çi bêje?

Gelo wê Mihemed pêxember pişta Erebên qûnreş bigre û bêje „referandûm heram e, ji referandûmê re NA, yan jî wê bide dû xwedayê dilovan û bêje ERÊ!?

Aha bersiva vê pirsê jî li cem xalê me Mele Elî Kelek e.

Bi xêr û selamet, heke vê carê xalê me Kelek xewnek din dît û ji Mihemed pêxember pirsa referandûma serxwebûnê kir, emê jî nêta pêxemberê xwe hîn bibin û wê dilê me hênik bibe weselam…

Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî…

Dihok

 

About The Author