Roja şer û êrîşan be, Mihemed li pêş e…

Dibêjin ku rojekê li Şamê di cihekî leşkerî de, pêşwaziyê li serleşkerekî payebilind dikin. Ji bo vê yekê kêfekê çêdikin, kursiyan rêzdikin û haziriya pêşwaziyê dikin. Helbet rêzên pêşî ji bo serleşkeran in û leşker jî li dawî rûdinên.

Mihemed, leşkerekî sade û nexwende bû, li gor zanebûna xwe çû di rêza pêşî de rûnişt û ling danî ser ling. Yê berpirsê wê pêşwaziyê hat û jêre got: rabe rabe biçe li dawî rûnê, ev der ne cihê te ye! Mihemed lê nerî û gotê: (yewmil kon wel harb Mihemed la cidam, we yewmil regis wel debçe Mihemed la wera) ango (Roja şer û êrîşan Mihemed li pêş be û roja kêf û semayê Mihemed li paş be! Bi serê te û serokê te ez ji cihê xwe nalivim).

Gelo ev buyer çima hate bîra min? di 2014 an de dema Daişên qûnreş û mejî hov û qirêj êrîşî kurdan kirin û nêzîkî Hewlêr bûbûn, di Mexmûrê de, gerîla li hemberî wan rawestiyan û pozên wan şikandin, Serokê Herêma Kurdistanê çû Mexmûrê li ser cilika gerîla rûnişt û sipasiya wan kir. Ji alîkî din ve, di fisbûk û misbûkan de qêr û hawar bû û digotin ku kurd hemî yek in, pêşmerge û gerîla yek in, bijî yekîtiya kurdan û serî li hev mezin kirin.

Piştî ku pêşmerge û gerîla xaka Başûr ji wan dêleguran paqijkirin û terkên bergîlên Licyan li dê û xwehên wan qelibandin, piştî ku tirsa cîlreşan kêm bû, gelek ji berpirsên Başûrê dest bi gefan kirin û hebûna gerîla di Başûr de ji bo wan bû kelem û daxwaza derketina wan dikirin, ango roja kêf û semayê bera gerîla paşvegere. Di van rojan de, careke din ji hawîrdor êrîş têne ser Başûr û tirsa şer heye, lê vê carê ji alîyê hikûmeta Îraqê û Heşda keran de ye, ew jî ji bo mesela rêferandomê ye.

Ev çend roj in ku bi sedan gerîla li dora Kerkûkê mewzîyên xwe digrin û çeperên xwe asê dikin û soz dane ku eger erebên qûnreş gavekê berbi xaka Başûr ve werin wê kerên wan li kwîrên wan biqelibînin û bi dû Daişan de bişînin dojehê. Piştî van bûyeran, cardî hinek kurdên sade û hinek berpirsên fêlbaz dinivîsînin û dibêjin ku kurd birane, kurd yek in û pêşmerge û gerîla yek in û dilên xwe xweş dikin.

Ê oxlim, ma tenê roja şer û tirsê kurd yek in?

Ez hêvî dikim hûn vî mejiyê xwe biguherin û bera pêşmerge û gerîla di şer û aşitîyê de yek bin, di xweşî û nexweşîyê de yek bin, li hember Tirk, Ereb û Farisan yek bin, ji bo herçar parçeyên Kurdistanê yek bin û hûn sax.

About The Author