BÊXÎRET KURÊ BÊXÎRET!

Li gundekî Serhedê gundî li zevîyê di bin sîya romorka traktorê de rûniştîbûn, bîçerê jî genim diçinî. Mijara suhbeta wan referandûma Başûrê Kurdistanê bû. Cîwanê gund li ser serxwebûn û dewletbûnê nîqaş dikirin. Xalê Nado bêdeng bi darikan destê xwe li ser erdê bêwate xêz dikir, lê guhên wî li suhbeta cîwanan bû.

Kazo: “Em Kurd 50 milyon in, li ser xaka xwe wek hêsîran e, dewleteke me niîne. Ma ji vêya girantir derd heye? Ji vêya mezintir fedî heye? Şermeke mezin e.”

Neco: “Kurd berdêlê bêaqilîya xwe didin, nebûn neteweperwer, ji îslamê re xulamtî kirin, hemû netew bûn xwedî dewlet ew bê par man. Çîyê me ji Ereb, Faris û Tirkan kêmbû? Ew bûn xwedî dewlet li ser me hikûmdarîyê dikin.”

Heso: “Hûn dawa çi dikin? Em hemû ji omeda Mihemed pêxember in. Dînê me yek e, hewce nîne ku em dewleteke nû bixwazin. Ereb jî Faris jî Tirk jî birayên me ne. Ew kesên daxwaza dewletê dikin fîtne dixin nav me, dixwazin van dewletan parçe bikin. Ev pîlana Sîyonîsta û ya Amerîkayê ye.”

Îso: “Serok Evdila Ocalan jî di hemû daxûyanîyên xwe de dibêje ‘dewlet tişteke pîs e’ her dem qala biratîya gelan dike, behsa demokratîzekirina komara Tirk û Farisan dike. Naxwaze Barzanî bibe xwedî dewlet, naxwaze Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiye parçe bibin. Ew jî dibê ‘ev pîlana Îsraîlê ye’.”

Newzo: “ Birakê Heso, ne xêr li omeda te, birakê Îso ne bereket li demokratîzekirina te. Hûn xapîyane, tiştê hûn dibên ne ji bo xêra Kurdan e. Welatê me Kurdistan e, bi îzna Xweda wê di referandûmê de ERÊ bi ser keve û emê jî bibin xwedî dewlet.”

Heso û Îso bi hev re bi ser Newzo de çûn û gotin: “ Divê hemû Kurd bibêjin NA.”

Xalê Nado darikaê destê xwe bi hêrs avêt, zivirî ser Heso û Îso.

Got : “ Hey bêxîret kurê bêxîretan, ew kesê Kurd be û bibêje NA bila hefsarek bike serê jina xwe û li meydana gund pêşkêşî xelkê bike baştir e. Ev bobelat û karesatên hatin serê me hemû ji bêdewletîya me bûn. Paşpê neaxivin, ez jî devê xwe xirab nekim. Heke ji we tê piştevanê kurê Mela Mistefayê Barzan bin ku we jî rûmeta we jî xilaske.”

Civat bêdeng bû û rabûn ber bi bîçerê ve çûn werhasil…

 

About The Author