Rêber û Hestên Neteweyî

Serbest Ferhan Sindî

Ji dewrên Neolotîk, heta mirov dikare bêje ji serdema Adem û Hawa hetanî roja me, yek ji mijarên ku herî zêde lêkolîn li ser hatine kirin, bala civak û însanan kişandiye û bi pênasiyên cuda cuda hatiye şîrovekirin, rola rêberan û xwedî derketina hestên neteweyî ye. Li parzemîn û coxrafiyayên cuda yên dinyayê her çiqas însan bi tena serê xwe an jî bi komên biçûk jiyana xwe domandibe jî, di her kar û xebatên jiyanê de pêwistiya wî/wan bi pêşeng/rêberekî çêbûye, bi rêberan gihîşte daxwaz û armancên xwe û hikumranî li ser ax û grûbên însanan kiriye.

Baş e, ji destpêka dîrokê û hetanî roja me rola rêberan di civakê de çi bû, şert û mercên rêberekî serkeftî di nava civakê de çi ye, kî dikare rêberiyê bike û berpirsyariyên wî çi ne, bi 10an netewên ku di sedsala dawî de bûne dewlet bi hebûna rêber û hestên neteweyî bû an lihevhatin bû? Fêhmkirin û pênasiya têgeha rêberî hem pêvajoyeke tevli hev e û hem jî ne hêsan e. Ji bo ku pêwistiya hemû kom û beşên civakê bi rêberên pêbawer, wêrek, zekî, aqil, ji nûjeniyan re vekirî, sînerjîk, xwedî erk û yê ku ji terefê civakê ve tê xwestin heye. Li gorî hin têgehan rêberî; di şert û mercên heyî de ji bo pekanîna armancên xwe, pêvajoya kanalîzekirina kom an jî civakê; li gorî têgeheke din di rewş û mercên heyî de ji bo gihîştina armanca xwe tesîr û bandorkirina çalakî û helwesta ser însanan e.

Rêber wêrek, pêşbîn û bêalî ye. Li gorî nêrîneke din; xwediyê erk û hêza ku bikaribe tiştekî bi kesekî an jî bi civakê bide qebûlkirin û hezkirin. Rêber divê bikaribe ji însanan grûban çêbike û ji bo hedef û armancan têxe hereketê, divê xwediyê huner û mehareteke qanihkirinê be ku bi kêm însanan re hebe û ya herî girîng jî gerek ji terefê grûb û civakê ve bê xwestin, baweriyê bide civakê û xwe wek yek ji civakê û xizmetkarê wan bibîne. Divê xwediyê xisleteke pozîtîf, sînerjîk û bêalî be ku dema biryarek wergirt bi hemû beş û dînamîkên civakê re hesab û îstîşare bike û dema ev hesab kir heke ev biryar aramî û pêşroja civake zêde bike bikaribe bi wêrekî li pişta vê bisekine. Nabe di navbera biryar û di axaftinên wî de dijayetî, nakokî hevnegirtî hebe. Ji bo ku xeletî mexsûsî însan e, dema şaşî kir divê bikaribe vê jî qebûl bike û bi şêweyekî semîmî vê bi civakê re parve bike.

Rêber, problem û pirsgirêkên civakê pozîtîf û bi şêweyekî rasteqîn analîz dike û divê di nava civaka xwe de bijî, nikare ji wan dûr bikeve. Pêşbîn e, firsendên baş dibîne, fêde û zirarê ji bo civakê analîz dike û înîsîyatîfê bikar tîne. Herdem berjewendiya civakê bi ser berjewendiyên xwe yên şexsî re digire, wekhevîxwaz û di nava kesayetên grûbê de cudatiyê nake. Rêzik û qaîdeyên civakê çi bin ji bo hemû kesan dide tetbîqkirin û cudatiyê naxe nava dost, heval, biyanî an jî beşên din yên civakê. Tucarî tevli karên neînsanî û îlegalî nabe, bi aqil, sebr, bîrbirî û bi plan e. Dizane kengî wê çi biaxive û peyv bi pîvan ji devê wî derdikeve. Çunkî rêberê xwediyê van pîvanan ji terefê dost û dijminên xwe jî rêz û hûrmetê dibîne. Helbet mirov dikare xisletên rêber û pêşengên civakê bi sedan mînakan dewlemendtir bike. Lê ku rêber li ber destê Eflatun û Arîsto perwerdehî dîbe û li zanîngehên herî baş ê cihanê xwendina xwe qedandibe jî, heke bi hestên neteweyî û bi hevîrtirşê axa welatê xwe nehatibe histrandin ked, xebat û hemû hewla wî dê vala û pûç derkeve. Bê çawa pozîtîf û negatif, jin û mêr, av û heyat bi hebûna hev xwedî qîmet û nirxek in, rêber û hestên neteweyî jî bê hev nabin. Hestên neteweyî/Kurdewarî, hestên neteweyî/Kurdewarî di çarçoveya rewşeke aktuelî, geşepêdana dîrokî û di hebûna şertên millî de derxistina wezîfeya bîr û hişmendiyê ye.

Di nêrîna dinyaya îroyîn de mahîrbûn û hebûna hişmendiya polîtîk, exlaq heta estetîkî ye. Bîr û hişmendiya neteweyî xwedîderketina ax, av, çand, welat, ziman û kevneşopiya coxrafiya ku mirov lê dijî ye. Netewbûn, aîdiyet û amadebûna parastina maf û berjewendiyên millî, hewla keddayîn û pêşxistina civakê û kêfxweşiya bi van serkeftinan e. Qedr û qîmet girtina her ferdek ji civaka xwe û bi mêjiyekî pêşketî xizmetkirina ji bo wan e. Em di sedsala 21emîn de dijîn, hewceyî bi dirêjkirinê peyvên felsefîk an jî çîrokan nake. Bi kurt û Kurmancî, mirovên nexwende jî berjewendiya xwe ya şexsî û neteweyî dizanin. Dizanin bê çi qezenç an jî çi zirar e. Kurd jî dizanin bê çi di berjewendiya wan de ye û çi nêrîn û bawerî zirarê dide wan.

Di nîv esra dawî de biryarên şaş ên polîtîk û siyasî li bakurê Kurdistanê bandorek mezin li Kurdan kir. Di kolana xendek û berîqetan de bi can û malê xwe hem bedêlên giran dan û hem jî ne ji bo tu tiştî. Bi dehan bajarên wan wêran, bi 100 hezaran însan di şertên çilê yên giran de zorî koçbêriyê bûn û li kolanan man. Bi hezaran xort û ciwanên Kurd ku piraniya wan xwendevanên zanîngehan, pêşeroj û hêviya civakê bûn, bi bawerî û fikrên pûç û vala, bi destê xêrnexwaz û kesên ji hestên neteweyî dûr wek berxê ber kêrê bûn qurban. Her kesê ku encamên bûyerê bide ber hev dizane ku rêberên wê tevgerê di destên hêzên tarî de bûne leystok û zarokên Kurdan kirin qurbana mebestên xwe yên nediyar. Li gorî texmînên min ku ez pê bawerim û dê xwendevan jî tevli min bibin, sedema bûyerên 2 salên dawî ku li bakurê Kurdistanê qewimîn û encamên wê ji bo Kurdan pir giran çêbûn, ji nebûna rêberekî xwedî hestên neteweyî bû. Ji bo ku tu rêxistinek xwedî hestên neteweyî destûra karesatek wiha nade. Ev ji sedan xayîntî, li gorî hinek kesan jî şaşiyan yek jê ye û em dikarin gelek mînakên wiha bidin.

Kurdistan ber girtiye û bi serxwebûnê bi heml e. Rêber wek çirayê ye û pêşiya civaka xwe ronî dike. Bi her însanî re qabîliyeta rêberiyê tuneye, ji bo ku ev wesfekî ruhî ye.

Heke derfet hebe em bîskekê hizr bikin û serê xwe têxin nava destê xwe û bifikirin.

Gelo di roja me ya îro de kî xwediyê van şert û wesfan e?

Kê çavê xwe di binê ala neteweyî de vekir û dengê pêşî ku seh kir sirûda Ey Reqîp bû?

Kê zarokatî û perwerdeya xwe ya pêşî li ber destê efsaneyekî wek Mele Mustafa Barzanî derbas kir?

Kî ji 12 saliya xwe ve Pêşmerge ye?

Kî di pêşiya pêşmergeyên xwe yên qahreman de cebhe bi cebhe geriya û li hemberî dijminan sînga xwe ji guleyan re vekir û ji mirinê re digot merheba?

Kî dema xelkê wî digiriya ew jî bi wan re digiriya û dema dikeniya ew jî dikeniya û bi kul û xemê wan xemhal bû?

Kê xelekên zincîrên zilmê yek bi yek şikand û gelê xwe derxist ronahiyê û welatê xwe ber bi serxwebûnê ve dibe?

Qahremanê sedsala 21emîn Serok Mesûd Barzanî ye.

Bi ked û xebata rêberekî pêşbîn û xwediyê hestên neteweyî wek Serok Mesûd Barzanî û bi xwîna pêşmergeyên dilsoz û canfîda Kurdistana rengîn ku bi sedê salan hatibû talan û dagirkirin, ber girt û bi serxwebûnê bi heml e. Pêşmergeyan her bostek axa pîroz bi xwîna xwe avdan û mijara serxwebûnê gihandin hetanî îro. Xewn û xeyala sedsalan wek roj û heyvê ji me ve ayan bûye û îro ji her dem û wextî zêdetir pêwistî bi alîkarî û piştgiriyê heye.

Kurdno!

Hûn jî bar hilgirin ku Kurdistan kêlîk berî kêliyekê hemla xwe deyne.

Bijî Kurd, bijî Kurdistan, bijî pêşmergeyên dilsoz û qahreman!

 

Peyama Kurd

About The Author