Aug 16, 2017

Eliyê Kalo û Mehmed Seydoş

  • by Lotikxane
  • 4 Months ago
  • Comments Off

Rojekê ji rojan, Eliyê Kalo di ber gundekî beriyê re derbas dibe.


Jixwe li wê beriyê û li wî lêfî kesekî Eliyê Kalo nas nekira tune bû.
Eliyê Kalo, şivek di dest de, li pey du bizinan û ber bi gundê xwe ve dibeze.
Mehmed Seydoş di şibakeyê re dinêre, Eliyê Kalo li pey bizinên xwe ye dilezîne.
Bi lez û bez Mehmed Seydoş ji ber şibakeyê radibe derdikeve ber deriyê xênî û bi dengekî dawidî ba Eliyê Kalo dike,
“Yoryor! Elî! Ma xêr e tu bê silav derbas dibî diherî ku lo weha bi lez?”
Eliyê Kalo di ser stuyê xwe dizîvire, li Mehmed Seydoş dinêre,
“Berî tarî têkeve erdê ez dixwazim xwe bigihînim gund.”
Eliyê Kalo bi qerf û zimanxweşiya xwe pir tê hezkirin. Loma jî Mehmed Seydoş jî dil heye wî bike mêvanê xwe. Dibêje,
“De ka were îşev li cem min be lo. Ez ê ji te re elokekê serjê bikim, em ê şîva xwe bixwin, civata xwe bigerînin û bû sibe jî em taştê bixwin û te bi rê kim. Ma nabe?”
Eliyê Kalo kêliyekê bêdeng disekine û dide distîne, dibêje,
“Bi şertekî ez ê bimînim…”
Mehmed Seydoş dibêje,
“Şertê te çi ye?”
Eliyê Kalo dibêje,
“Heger tu van her du bizinên min bikirî ez ê bimînim.”
Rewşa Mehmed Seydoş baş e. Heqê du bizinan ji bo wî ne mesele ye. Xwediyê bi hezaran dolim erd e. Di ber xwe de dimizice dibêje,
“Bizinên te avis in?”
Eliyê Kalo dibêje,
“Nuh nêrî xwarine.”
Li hev dikin û Eliyê Kalo dimîne.
Dibe êvar, sifreya wan tê ber wan, goştê eloka xwe dixwin.
Civata xwe digerînin, çay û qahweya xwe vedixwin, fêkiyên xwe dixwin û xatir ji şevê dixwazin, radikevin.
Dibe sibe, Eliyê Kalo taştiya xwe jî dixwe û xatir ji mazûvanê xwe dixwaze û dikeve rê ber bi gundê xwe ve dihere.
Zeman derbas dibe, rojekê ji rojan dîsa Eliyê Kalo di ber gundê Mehmed Seydoş re derbas dibe.
Bi qudra Xwedê Mehmed Seydoş dîsa çav lê dikeve û derdikeve pêşiyê, wî disekinîne. Mehmed Seydoş dibêje,
“Elî, ew bizinên min ji te kirîn sitewr derketin.”
Eliyê Kalo wek ku nizanibe û haya wî jê tune be xwe dixeşimîne dibêje,
“Na weleh avis bûn.”
Derdê Mehmed Seydoş ne pere mere û bizin bû, dixwest bi Elî şa bibe. Dibêje,
“Em ê herin heqiyê.”
Eliyê Kalo xwe aciz nake, dibêje,
“Heqî heqî, tu kê dixwazî ez hazir im.”
Mehmed Seydoş û Eliyê Kalo derbasî hundir dibin. Ji zarokan re dibêje ji me re çayê bidin ser û haziriya şîvê jî bikin.
Herçend mayin bêyî dilê Eliyê Kalo be jî dengê xwe nake.
Dişîne pey mele û du sê rîhspiyên gund, ew jî tên.
Ew jî bi xêrhatin derbasî odeyê dibin.
Mehmed Seydoş difitile ser mele û dest bi meseleyê dike, dibêje,
“Seyda û gelî rîhspiyan!”
Mele, her du rîhspî û Eliyê Kalo guhên wan li Mehmed Seydoş guhdarî dikin.
Mehmed Seydoş dibêje,
“Min ji vî ciwamêrî du bizin kirîn. Ji min re go bizinên min avis in, lê bizin hatin nêrî. Ez dahwa heqê xwe dikim…”
Eliyê Kalo difitile ser civatê, dibêje,
“Seyda û gelî rîhspiyan!”
Mele û her du rîhspî dibêjin,
“Kerem bike, em li te guhdarî dikin, Elî.”
Eliyê Kalo dibêje,
Wexta jina we nerehet be-bi halkî be, hûn diherin nav nivînên jina xwe bi jina xwe re pev şa dibin nabin?”
Mele û her du rîhspî bi awayekî şaşmayî li hev dinêrin, dibêjin,
“Belê weleh em diherin…”
Eliyê Kalo bi mizawirî dimizice dibêje,
“Ê wê çaxê tu heqê te li min tune ye.”

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: