Mele go, „Alahuekber! Alahuekber!..“ azan da.

Xalê Birahîm rabû ser xwe çû tuwaletê, li ser kevirê tuwaletê şipiya sekinî, qayîşa pantorê xwe vekir û bû pijepija wî mîst.

Xwarziyê wî Hûço bi baldarî lê dinêrî.

Xalê Birahîm piştî mîza xwe kir derbasî ber mislixa avê bû.

Destmêja xwe girt û çû şujda xwe raxist.

Her du destên xwe bir ber guhên xwe ku bibêje, „Alahuekber“ Hûço go, „Xalo ma te şipiya mîst û tew wek tişt nebûye tu dikî nimêj bikî. Ma Xwedê qebûl dike?“

Xalê Birahîm bi hêrs fitilî ser Hûço, go, „Çi bi serê te ketiye, layê min. A vaye ez ê bikim û qebûl dike jî ew zane, qebûl nake jî ew zane…“

About The Author