Bela Kurdên çeqilmast bi qurbana şêxê me bin

Mela Cemîlê Mûşî

Gellek ji çep, sosyalîst û qaşo qominîstên Kurdên bakur, başûr û rojava li dijî serxwebûna Kurdistanê û netew-dewletê ne. Hinek Kurdên me serê xwe dixin nava qûmê û qûna xwe belbelotî asîmanan dikin, parêzerî û dergevanîya sînorên dewletên dagîrker dikin, bi navê bratîya gelan û enternasyonalîzma xeyalî Kurdistanê dikin bi qurbana xelk û xelkokên dewşîrme û çeqilmast û xwelîya heft gundan li serê xwe û temamê Kurdan dikin.

Kuro hey xwelîser!

Ma hûn wek şêx û melayên me jî wepatperwer nabin oxlim?

Ma hûn ji bêhna tir û fisên xelkler û xelkokên ku dijminên riknê milletê Kurd in, gêj û sewsî nabin babam?

Ma hema ev quzilqurt û jehr û ziqûma bratîya xelkok û melkokan wek toqa naletê ketiye stuyê Kurdan?

Ê de binerin bê şêxê me çi dibêje û çi dibilîne..

Bixwînin belkî hema piçekî pozê we bişewite û derhemek xîret bi we re çêbibe heyran.

Nûner û şopgêrê xeta Şêx Osmanê Tewêle û terîqata Neqşibendî Şêx Ebdurehmanê Neqşibendî, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de bang li hemû Kurdan kir ku piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

Şêx Ebdurehman Neqşibendî, ragehand û got: „Piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê erkekî netewî û olî ye. Ezê bibim pêşmergeyê yekem ê Komara Kurdistanê û ji bo dewletbûna Kurdistanê çi dikeve ser milê min ezê bikim. Ezê xwe ji tu erkekî nedim paş û ev rê rêyek pîroz e“.

Ê de ka îcar bêjin oxlim:

Kî ji we welatperwer û mafê Kurdan diparêze?

Hûn çep, sosyalîst û qominîstên xelkê, yan şêx û melayên Kurdistanê?

Ma çep, sosyalîst û qominîstên ku bi kêrî millet û welatê xwe neyên, wê bi kêrî kê bên?

Na na, bi allahwekîl çi hebe dîsa di şêx û melayên me de, di mîr û axayên me de heye.

Doh jî wan doza Kurd û Kurdistanê diparazt, îro jî ew diparêzin.

Heke Kurd li benda çep û qominîstên sexte bisekinin, wê dêya wan bê gan û hûn sax…

Mûş

About The Author