Em Dewletek Demokratîk dixwazin!

Xidir Ûso

Ji bo civatekê bobelat û afata herî mezin, ne xwedîyê hukumranîya welatê xwe be; ne xwedîyê yekîtî û rêvebirîya sîyasî, parastin, aborî û huqûqî be; yanî li ser xaka xwe, ne xwedîyê serxwebûn û dewleta xwe be. Gava civatek bê dewlet be, nikare şêweyekî dewletê jî hilbijêre; yanî wê nikaribe bigehê azadî û demokrasîyê jî.

Iro li dunyayê ku serjimara wî herî zêde, neteweya li welatê xwe bêdewlet maye gelê Kurd e.

Dewletên mêtinkar yên ku li ser gelê Kurd û welatê wî Kurdîstan hukumranî dikin, netewe dewletên ku li ser navê nîjadekê xwe ava kirine, dewletên kolonyal yên otorîter, totalîter û dîktator in: van dewletan ji roja ava bûne, bi her şêweyî tunekirina gelê Kurd û hûrgelên hene ji xwe re kirine armanca sereke.

Duhî li bajarê Îran Meşhed`ê, Kongreya Yekîtîya Radyo û TV`yên Îslamî hat li darxistin. Bi sedan berpirsên medya Ereb û Îslamî beşdarî vê kongreyê bûn. Endamekî dezgeha medîya û huner ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî beşdarî vê kongreyê bû. Li vê kongreyê, giranîya beşdaran, li dij Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan û bi taybetî nûnerên medya Şîayên Iraqî, referandûma Kurdistanê wek projeyek Îsraîl û Amerîka rê dan. Îro em dizanin, hemû dewletên Musluman, ji bo berjewendîyên xwe bi Amerîka û Îsraîl re di hevkarî û pêwendîyê de ne. Hela dewleta Iraq ya îro, bi destê Amerîka hatîye avakirin. Ev rîyakarî û durûtî, ji bo ku Kurd serbixwe û azad nebin û di bin destê wan de bimîne û ji bo serwerîya mêtinkarîya Îran e. Di dema Saddam ku Kurd bi bombeyên kîmyawî difetisand û bi operasyona Enfalê bi komî qetil dikir jî dewletên Îslamî û medyaya wan welatan pişgirî û hevaltîya rejima Baas dikir!

Li her çar beşê Kurdistanê, bi geşbûna doz û tekoşîna gelê Kurd ya serxwebûnê re, dewletên serdest ku hêza wan têrî nekir pêşî li tekoşîna gelê Kurd bigire, vê carê rêxistinê xwe, di nava civata Kurd de ava kir û dixwazin daxwaz û armanca gelê Kurd berevacî û pûç bikin!

Loma hin partî (PKK/PYD, Goran, Komela Îslamî) û berpirsên wan, êdî vekirî dibên: “serxwebûn û dewletbûn ji Kurdan re ne pêwîst e; em li dijî vê daxwazê ne û ji me bê em nahêlin ev daxwaz pêk were!” Yan dibên: “netewedewlet xerabî, şer, neheqî û alozîyan çêdike!”

Wê gavê netewedewletên mêtinkar emê çawa ji holê rakin!? Gelo îro hêza gelê Kurd têrî dike ku netewedewletên heyî ji holê rake û dewletên pirr netewe û demokratîk ava bike? Li Iraq`ê gelê Başûrê Kurdistan vêya ceriband, lê hêzên ku dewleta Iraq`ê saz kir û neteweya iraq`ê vêya nexwest. Destê demokratîk û dadmendî yê biratî û aştîyê ku Kurdan dirêjî gel û hukumeta Iraq kir; wan bi pişta destê xwe daf da! Loma ji bo ku ahengek federal ya demokratîk pêknehat, hukumet û rêvebirên nîjadperest bûn sebebê felaketek mezin ya mîna Rêxistina terorîst Dewleta Îslamî derkeve holê û mîna cinawiran bi hovîtî êrîşî hemû gelan bike û beşek ji Iraq, Sûrîye û Kurdistan dagîr bike.

Tevlî ku PKK/PYD dibên: “em li dijî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistan in!” li Başûrê-Rojava dewletek pêşî kantonal û dûvre federal îlan kirin! Heger ne fen û hîlekarî be, wê gavê çima li dijî Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistan dertên!? Heger didin ber rûyê xwe û dibên: “em demokratîk in û wekhevîya gelan diparêzin(!)”; gelo li başûrê Kurdistan ji niha de, çi kêmanîya wekhevîya gel û cemaetan hey e? Tê dîtin ku rêvebirîya Başûrê Kurdistan ji rêvebirîya Başûrê Rojava bi her warî demokratîktir e. Ji vêya tê têgehîştin ku armanca wan ya gerek her îdara Kurd di bin controla wan de be; yan jî wekaleta dewletên mêtinkar dikin û rêvebirîya wan demî ye; karê wan biqede wê îdareya xwe dewrî dewleta serdest bikin! Ji xwe ji serî de bazara rejîma Sûrî bi wan re ev e û wan jî qebûl kirîye!

Dewlet, ji bajardewletên Sumerîyan de em bigirin, herî kêm ji pênc hezar sal berî de heye. Em bi wateya herî teng dewletê rave bikin: dewlet, bi rêxistinbûna civatek ku li ser xakek sînorê wê dîyar, li gorî serwerî û dadmendîyek qanûnî, di bin rêvebirîyek sîyasî de saz dibe. Civata di bin rêvebirîya vê dewletê de, dikare ji neteweyekê an ji gelek newe û hûrgelan pêk were.

Ji civata Kurd re, li ser xaka wî berêberê dewletbûn pêwîst e, ne şêweyê dewletê: netewe dewlet, demokratîk, brokratîk, teokratîk yan cûreyekî din. Ev dewlet dikare federal, konfederal, kantonal yan şêweyekî din be.

Heger armanc dewletek demokratîk be ku vêya armanca her mirov û rêxistinek demokratîk e; divê ew dewlet xwedîyê makezagonel demokratîk be: divê mafê hemû çîn, gel, hûrgel û cemaetan wekhev biparêze û bê alîgir be. Daxwaza me jî dewletek bi vî rengî ye!

Divê em xwe û hevdu nexapînin: îro gelên cîhan û bi taybet yên Rojhilata dûr û nêz, negîhaştine asta ku sînora ji nav xwe rakin û dewletên hevbeş yên demokratîk yên gelan ava bikin. Dewletên mîna SSCB û Yugoslavîya bi van armancan ava bû. Herdu dewlet jî bûn dîrok û ji holê rabûn. Ji vana gelek dewletên serbixwe û federal çêbûn û hîn pirsgirêk berdewam in. Yên Yûgoslavya bi xwîn û qetlîam bi dawî hat! Çek û Silovak bi aştî ji hev qetîyan. Gelên ku dewletên mîna Îspanya, Belçîka û Brîtanya yên lîberal û “demokratîk” parvedikin jî dixwazin ji hev biqetin.

Lê em ji her mafê neteweyî bêpar, her roj tên talankirin, xizankirin, kuştin, bişaftin û tunekirin. Evêya li hesabê neteweyên serdest jî tê ku ne li dij dewletên xwe dertên û ne jî piştgirîya hêz û tevgera Kurd dikin. Ji bo neteweyên serdest, gelê Kurd bi xwe re wekhev bibîne, serwerî û azadîya wî wek neteweyekê tahamul bike, divê netewa Kurd berê berê serxwebûna xwe ragihîne!

Ji bo rizgarîya gelê Kurd, serxwebûna Başûrê Kurdistan wê bibe destpêkek. Mesûd Berzanî Serokekî Kurd yê demokrat e ku cîhan tev vêya qebûl dike. Dewletek Kurd ku ew pêşengîyê jê re bike jî bêşik wê dewletek demokratîk be! Lê civata Kurdistanê, ji alî mêtinkaran bi zanîn şûnde û neperwerdekirî hatîye hîştin. Neyar jî vêya wek ku “Kurd nikarin dewletekê avabikin û rêve bibin(!)” propaganda dikin û heta ji wan bê, wê nehêlin dewleta Kurd ava bibe. Lê bawerîya gelê Kurd êdî bi xwe, Serok Berzanî û rêvebirîya Kurdistan tê. Kes an hêza li dij Referandûma Serxwebûna Kurdistanê derê, bi zanîn yan nezanîn, xizmetê ji mêtinkarîyê re dike û neyartîya gelên Kurdistanê dike. 04.07.2017

About The Author