Kurmê şîrî heta pîrî ye

Mihemed Soran

Piştî xiyanet û xwefiroşîya li Kerkûkê, vê carê jî çete û xulamokên Îranê pêşmergeyekî PDKÎ radestî hirç û hovên Îranê kirin û ew dan şeniqandin.

Bav û kalên me ji berê de gotine “kurmê şîrî heta pîrî“. Xuyaye ev kurmê şîrî ji mejî û xwîna hindek Kurdan dernakeve û bûye pençeşêr.

Pêşmergeyê PDKÎ Mistefa Selîmî, bi cezayê 17 salan di zindana dewleta hov a Îranê de bû. Piştî ku ew û hevalên xwe ji zindanê reviyan, Mistefa Selîmî berê xwe da Başûrê Kurdistanê xwe li herêma YNK girt. Lê çete û lotikvanên Lahor û Pavel Talabanî ew bi dek û dolabên qirêj xapandin, ew hêsîr girtin û radestî hirç û hovên dewleta Îranê kirin. Dewleta sofîk û melayên hov jî ew yekser şeniqandin û naleta şeytên li xwe û Talabanîyan anîn.

Ji Îbrahîm Ehmed û heta îro Talabanî jehrê vedirşin û dijminatîyê bi Kurd û Kurdistanê re dikin. Ev ne cara yekem e û wê nebe cara dawî jî. Mistefa Selîmî rewşenbîr û alîgirê PDKÎ bû, pêşmergeyekî şoreşger û canfeda bû. Ê baş e hey xwedênehiştino, ma hûn bi firotina Kerkûkê têr nebûn? Ma Mistefa Selîmî çi ji we kiribû?Heta kengî hûnê dijminatîya Kurd û Kurdistanê bikin?Heta kengî hûnê xulamtî û nokerîyê ji Îranê re bikin giyanekem?

Ma ne bes e kaka?

Naleta xwedê li wan be ew kesê ku xwîna Kurdan birjîne û ji bo berjewendîyên xwe Kurd û Kurdistanê bifroşe.

Amîn!

Silêmanî

About The Author