Êdî Kurd serê birayê xwe ji bo topek qumaş jênake!

Emrê me bi çîrokên li ser bêbextî û îxanetê derbas bû. Yek ji wan çîrokan jî çîroka Sasonî ye!

Birayê yekî Sasonî bi sedemekî bûye fîrarê dewletê, dewlet li pey e ku bigire. Fîrar jî xwe nade dest, li serê çîyan di şikeftan de xwe vedişêre.

Rojekê mifreza cenderman dor lê digirin, bang lê dikin ku teslîm bibe. Fîrar devê tifinga xwe germ dike û fermandarê cendirme dikuje. Li ser vê bûyerê dewleta Tirk ji bo girtin yan jî kuştina wî topek qumaş soz dide, kî vêya bike wê bi topek qumaş bê xelatkirin.

Birayê fîrar bi mexsedek neçê hinek xwarinê amade dike, li hespa xwe siwar dibe û berê xwe dide şikefta ku kekê wî tê de xwe vedişêrê.

Kekê wî dibê qey birayê wî jê re xwarin anîye, çi zane ku wê bêbextîyê bike. Xwarina xwe dixwe, serê xwe datîne ser kevirekî ku hinek xewa xwe hilîne. Birayê biçûk tebanca xwe dikişîne û kekê xwe dikuje. Serê wî jêdike, dike heqîbê û berê xwe dide qereqola cenderman.

Cendirme xelata wî topek qumaş didinê. Mêrik ji qereqolê derdikeve, li hespê siwar, ji ber topa qumaş şa dibe û bi tebancê gulleyan bera hewayê dide.

Yek jê pirs dike:

  • Bira te xêr e? Tu ji bo çi gulleyan diteqînî?
  • Min serê birayê xwe yê fîrar jêkir, dewletê topek qumaş xelat da min, ez ji ber wê kêfê gulleyan dibarînim.
  • Hêvî dikim ew qumaş bibe kefenê te, ya te kiriye qey pir tiştek baş e; hey ker kurê kerê!

Pişta xwe didiyê û diçe werhasil…

Dewleta Tirk dixwaze bi vê qirêjîyê dîsa serê Kurdan bi birayên wan bide jêkirin. Lê nizane ku êdî ew ne mumkûn e. Êdî birayê Kurd diçe hawara birayê xwe bi bertîl û xelata Ereb, Faris û Tirkan naxape. Ji cîhanê re gotiye ku ji vir û şûn ve hedefa me Kurd û Kurdistan e wesselam…

 

 

About The Author