Xizmeta Pavel beg pîroz kirin

Ku xiyanet ket xwîna mirov, derketina wê zehmet e.

Xwedê neyne serê kesî û xwedê kesekî bi xiyanetê rûreş neke rebbî.

Amîn!

Yek ji milletên ku herî zêde xiyanetkar, cehş û xwefiroş tê de hene û jê derdikevin, Kurd in.

Tu dibê qey yezdanê pak nifir li Kurdan kiriye û xiyanetî bi ser Kurdan de barandiye.

Werhasil…

Mesela me li ser lotikvanê YNK Pavel Talabanî bû.

Wek hûn zanin, xaltîka me Hêro Îbrahîm Ehmed û kurê xwe Pavel Talabanî lotik û zîtirkek kesanedî li Kurdistanê xistin, enîyên şer terikandin û Kerkûk radestî sofîk û melayên Îranê kirin. Yanî, xincera Soranî ya bav û kalê xwe Îbrahîm Ehmed li nav pişta Kurdan xistin û Kerkûk ji Kurdistanê veqetandin, dan Faris û Ereban.

Ma ku yek xiyanetê li millet û welatê xwe bike û bajarekî wek Kerkûkê radestî meriv bike, meriv spasîya wî nake?

Belê..

Ma meriv beranan jê re serjê nake?

Belê…

Ma meriv wî di nav zêr û zîv û dolaran de nahêle?

Belê..

Aha milîs û çekdarên Haşdî Şabiî jî ew tişt kirin.

Ne li ser bextê me be, li ser bextê xaltîka me Hêro xan û Qasim Silêmanî efendî be..

Dibêjin mîlîs û çekdarên Haşda Şabiî, bi rêya torên civakî spasîya Bavel Talabanî kirine ji bo ku xiyanet bi Kurdistanê re kiriye, xizmetên mezin ji wan re kiriye û Kerkûk radestî wan kiriye.

Ê helbet canim, wele Pavel Talabanî bajarê Silêmanîyê radestî min bike û xiyanetê li millet û welatê xwe bike, ne tenê spasî û spasdarî, ezê dev û pozê wî tije zêr û almas jî bikim allahwekîl…

Ma spasîyek têr dike oxlim!

Hûn behsa dolaran bikin dolar!

Silêmanî

About The Author