Melayê zinêkar û jinika reben

Li ser bextê jinika Hewlêrî be, dibêjin xwedêgiravî jinekê di medya civakî de melayekî tarikselat nas kiriye, xwe avêtiye tor û bextê mela û derdê xwe jê re gotiye. Jinika ku berî pênc salan zilamê xwe winda kiriye, ketiye tor û xefika melayê dolheram, pê xapiyaye û mesele bûye şorbe.

Jinikê gotiye ku melayê doxînsist mehra mûta pê re çêkiriye, çend kat û seetan pê re bi werzîşa nav nivînan lîztiye û piştî mela kurmê xwe şikenandiye û cercûrê demança xwe vala kiriye, dev ji jinikê berdaye û ew li holê hiştiye.

De were û kirasê xwe neçirîne…

Li ser tora civakî mehra xwe birî ne û dîsa li ser tora civakî telaq avêtine..

Ê wele keçko heta ehmeqên wek we hebin wê hê gelek sofîk û mela namûsa we bikin pênc pere.

Ma vê heyamê bahwerî bi sofîk û melayan tê keçko!

About The Author