Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka

Serok Nêçîrvan Barzanî derket nêçîrê û berê xwe da bajarê evînê, bajarê Silêmaniyê. Nêçîrê me beşdarî merasîma vekirina 8emîn Civîna Silêmaniyê ya ku ji alîyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hat organîzekirin, bû.
Di merasîmê de gelek siyasetmedar, akademîsyen, lêkolîner û lotikvanên Kurdistan û Iraqê û ji hinek welatên derve beşdar bûn. Serok Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de di derbarê rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê de gotarek qerase pêşkêş kir û da lotikan.

Nêçîrvanê me di gotara xwe de bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got:
„Kaka, kurteya dilê gelê Kurd daxwaza yekîtîya alîyên siyasî ye. Qirkirin û zordariya li ser gelê Kurd di dîrokê de yek armanc xistiye dilê Kurdan: yekîtî. Rêya rast û nîşaneya hişmendîya gelê Kurd ev e„ filan û bêvan.
Nêçîrê me di gotara xwe de gelek tiştên xweş û germik û nermik gotin û di dawîyê de got:

„ Canekem, gelê Kurd miletekî yekgirtî ye û divê partîyên siyasî jî wek gelê xwe ji bo berjewendîyên welat li hev bikin. Bi vî awayî em dikarin bi rizamendî û beşdarîya hemû alîyan hilbijartinên zelal û adil pêk bînin. Her kes û girûpek li Kurdistanê dikare herî zêde rexne û gazindan ji desthilatdar û desthilatdarîyê re bike, dikare bi her awayê medenî xwepêşandanê bike, lê di dawîyê de divê em hemû li gel hemû cudahîyan tiştekî biparêzin ku em hemû karibin bibin milletek û welatek„ filan û bêvan û wekî din.

Nêçîrê me gotara xwe bi gotina herî xweş û rast qedand û got: „Kaka, bi allahwekîl, hêzên siyasî, partî û serok tên û diçin, lê welat û Kurdistan her dimîne. Divê em Kurdistanê nekin qurbana hêrs û nerazîbûna desthilatdar û siyasetmedaran canekem„ û çepikek mezin heq kir.

Gotina rast xweş e ezbenî. Em jî bi salan e heman tiştî dibêjin. Lê ka yê ku bi ya me û bi ya te bike gurçiko…

About The Author