Okt 29, 2017

Monat: Oktober 2017

Kîrê xayînan di bin çengê xwe de veşêrin ku sar nebe!

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Vexwendîyên dawetê gundîyên Banê û yên Gomikê li odê civîyabûn, bi henek û laqirdîyan dengê kenê wan bilind dibû. Mijar hat ser Heso, Heso ji gundê Banê zewicîbû. Yekî Gomikî got: “ Gelî Banêyan, hûn ji zavayê xwe Heso hez dikin yan ne?” Banêyan bi yek dengî: “ Heso zilamek baş e, em pir jê […]

Azana melê û kûzîna kûçik

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Silêman, Silhedîn, Emero, Şemso, Şewket û Remezan li hundir rûniştine li ser mijarên olî dipeyivin. Serî li wan germ bûye. Nizanim ji ku tê aqilê Şemso, Şemso dibêje, „Kuro, her tişt li hêlekê, ev hûn ji min re nabêjin wexta meleyê sibê azan dide, çima kûzînî bi kûçikan dikeve û dikin kûzekûz?“ Kêliyekê deng ji […]

Li dij xwefiroşan bibin yek.

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Nûrî Çelîk Piştî ketina bajarê Mûsilê û xetera rêxistina DAÎŞ ê, fersendek mezin ji Kurdan re çêbû ku karibin bajar û navçeyên xwe, yên ku ji Kurdistanê hatibûn cudakirin, paşde bistînin û têxin bin kontrola xwe. Maddeya 140 a ku ji roja pêşîn de di navbera Kurd û hikûmetên Îraqê de bû pirsgirêk û serêşandin, bêyî […]

Eger serî giiirt… û eger serî negiiirt…!

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Helbestek Cegerxwîn heye bi navê “Ez nizanim çi bêjim”, bî rastî, ez jî îro nizanim çi bêjim û çi binivîsim, ji ku ve dest pê bikim, li ser çi û kê rawestim, bi dawa kê bigrim û destên xwe di qirika kê xim û bi çi awazê bixwînim. Rewş, ewqas aloz û bi toz e, […]

Dîsa xiyanet

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off

Xizmeta Pavel beg pîroz kirin

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Ku xiyanet ket xwîna mirov, derketina wê zehmet e. Xwedê neyne serê kesî û xwedê kesekî bi xiyanetê rûreş neke rebbî. Amîn! Yek ji milletên ku herî zêde xiyanetkar, cehş û xwefiroş tê de hene û jê derdikevin, Kurd in. Tu dibê qey yezdanê pak nifir li Kurdan kiriye û xiyanetî bi ser Kurdan de […]

Dîsa lotikek xiyaneta dîrokî

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Me digot qey beşek ji YNK biaqil bûne û ji dîroka xwe ders wergirtine. Me digot qey êdî xwîna wan pak û rewan bûye û mîkrop û vîrûsên xiyanetê ji bedena wan derketine. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye. Ku careke mirov xiyanet bi milletê xwe û welatê xwe re kir, êdî ew xiyanet […]

Êdî Kurd serê birayê xwe ji bo topek qumaş jênake!

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Emrê me bi çîrokên li ser bêbextî û îxanetê derbas bû. Yek ji wan çîrokan jî çîroka Sasonî ye! Birayê yekî Sasonî bi sedemekî bûye fîrarê dewletê, dewlet li pey e ku bigire. Fîrar jî xwe nade dest, li serê çîyan di şikeftan de xwe vedişêre. Rojekê mifreza cenderman dor lê digirin, bang lê dikin […]

Qedehek wîskî vexwar bû Mam Celal

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Rojekê Mam Celal di ser rêya Dokanê re berê xwe dide Silêmanîyê û ber bi mala xwe ve  dihere. Li ser rê, li heman cîhî çav li şivanekî dikeve. Rojekê dîsa dike di ber şivên re derbas bibe, radibe ji parêzvanên xwe re dibêje ka bisekinin. Mam Celal radibe ji trimbêla xwe dadikeve û ber […]

Koletî bes e

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off

Êdî kes nikare bigre

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off

Erê dinyayê, mamê me jî çû….

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Mihemed Soran Ji berê de gotine „Dinya ji kesî re namîne“. Feleka bêbext lotika xwe li mamê me Celal Talabanî jî xist, ew ji nav me revand û em bê mamo hiştin. Mam Celal, 50 salên xwe da tekoşîna Kurd û Kurdistanê û yek ji zîrektirîn û şarezatirîn siyasetmedarê Kurd û Rojhilata Navîn bû. Bi […]

Goştê berazan qûnek dike, û pareyê berazan?

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Aram Serhedî Ya star ji destê van misilman û îslamîstên sexte û sextekar law! Bi dîn û îman, çi fitne, fesadî, zinêkarî, dizî, dolheramî, gendelî, mêrkujî, tarikselatî, qûnektî, qûndetî hebe, di nava van mejîgennîyan de ye. Ê baş e oxlim, madem hûn ji berazan û berazxwiran ewqasî aciz in, hûn li welatê wan çi dikin? […]

Hingî çewal ketin serê wan, bûn çewalcî

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • Comments Off
Firildeq Elî Heke bê bîra we, berî çend salan lotikvanên Amerîkî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çewal xistibûn serê eskerên Tirk û ew tirek kiribûn. Lê balkêş e, piştî çewalên Amerîkayê, xuyaye rayedarên Tirk jî hînî çewalan bûne û dixwazin qaşo çewalan têxin serê Kurdan. Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu efendî,  li ser […]