Azana melê û kûzîna kûçik

Silêman, Silhedîn, Emero, Şemso, Şewket û Remezan li hundir rûniştine li ser mijarên olî dipeyivin.
Serî li wan germ bûye.

Nizanim ji ku tê aqilê Şemso, Şemso dibêje, „Kuro, her tişt li hêlekê, ev hûn ji min re nabêjin wexta meleyê sibê azan dide, çima kûzînî bi kûçikan dikeve û dikin kûzekûz?“

Kêliyekê deng ji kesî dernakeve. Yek bi yek li çavên hevdu dinêrin.

Silêman dibêje, „Weleh qasî ez zanim û di civatan de tiştên ez ji mele û zaneyan elimîme, wexta mele azan dide, şeytan li hespê xwe siwar tê û li dora kûçik dide çargavan û teriya xwe ji kûçik re kil dike, loma jî kûçik wexta li wî şeytanê melhûn dinêre jê aciz dibe û dike kûzekûz.“

Emero di bin çavan re li Silêman dinêre dibêje, „Berde bin te erd e. Îja şeytan li hespê siwar tê. De bi telaq Xwedê hesp nekir qismetê şeytên. Te bigota ker dîsa piçekî ber bi aqilan ve diçû, malnexerab. Hesp kuro! Hesp û şeytan?“

Wek tu tiliya xwe li çavê Silêman xî, Silêman dibêje, „Ê çi kuro çi? Ka tu bibêjî, çima dike kûzekûz?“
Emero yek bi yek li camêrên hazir dinêre û difitile ser Silêman, ziq li çavên wî dinêre dibêje, „Hûn zanin ew kûçik çima dike kûzekûz?“

Civat bi dengekî dibêje, „Naa!“

Emero dibêje, „Bi bihîstina dengê melê, bi wê kûzekûzê kûçik hurmetê didin mele û qedrê wî digirin.“
Remezan hêrs dibe, destê xwe li erdê dixe û dibêje, „Bi telaq hûn her du jî kîrê min û masî ji hevdu nas nakin.“ Destê xwe diavêje telefona ber xwe û difitile ser xalê xwe Şemso, dibêje, „Xalo, tu bise, ya baş ez li mele Birhan bigerim. Mele Birhan di van mesele û mijaran de jêhatî û zane ye; ilm û îrfanên wî dûr û kûr in.“

Şemso dibêje, „De bigere bigere; ka bê ev kûçik çima dikin kûzekûz wexta serê sibê dengê wan dibihîzin?“
Remezan telefonê ji mele Birhan re lêdixe. Piştî çend dengan mele Birhan dibêje „Elo“
Remezan dengê telefonê vedike ku civat lê guhdarî bike. Piştî li hal û ehwalên hevdu dipirsin Remezan dibêje, „Seyda, ez li civatekê me nuha û em li ser meseleyekê li hev nakin; me qirik li hevdu qetandiye.

Pirsek me heye, heger te bersiva wê bida…“

Mele Birhan dibêje, „Kerem bike Remo!“

Remezan dibêje, „Keremdar be. Seyda, serê sibê wexta hûn mele azan didin, çima kûçik dikin kûzekûz?“
Mele keserekê ji kûr dikişîne, dibêje, „Ji wî yê ku heta destê sibê li ber wî kûçikî nobetê digire bipirse bila ew bersivê bide“ û hîn peyva Remezan di devê wî de ye telefonê bi hêrs digire. Dibe tûtetûta telefonê.
Şemso pir aciz dibe; difitile ser Remezan dibêje, „Min kîrê meleyê te di qûna te kiro! Ev bû xwediyê ilm û îrfanan?“

About The Author