Kîrê xayînan di bin çengê xwe de veşêrin ku sar nebe!

Vexwendîyên dawetê gundîyên Banê û yên Gomikê li odê civîyabûn, bi henek û laqirdîyan dengê kenê wan bilind dibû.

Mijar hat ser Heso, Heso ji gundê Banê zewicîbû.

Yekî Gomikî got: “ Gelî Banêyan, hûn ji zavayê xwe Heso hez dikin yan ne?

Banêyan bi yek dengî: “ Heso zilamek baş e, em pir jê hez dikin.

Gomikî: “ Erê, min bihîstibû lê min bawer nedikir!

Banêyî: “ Hela bibêje te çi bihîstibû?

Gomikî: “ Hecî Faro rojekê ji min re gotibû:’ Kuro ev Banêyî kîrê zavayên xwe di bin çengê xwe de vedişêrin ku sar nebe, fonksiyona xwe winda neke ku karibe karê xwe bike’.

Civat ji kena ji xwe ve çû werhasil.

Biborin, heke me kîrê xayîn Yêzdan Şêr, Bînbaşî Qaso, Reyber, Pirço, Îbrahîm Ehmed di bin çengê xwe de veneşartiba û ji binî ve jêkiriba; niha jî Pavel, Aras û Lahur careke din nikariîbûn vî gûyî bixwin wesselam…

Gelo emê çawa û kengî ji vê rûhê îxanetê xilas bin!

 

About The Author