Rastiya Çîroka Gêrîk û Çirçirkê!

devliken faruqJi kerema xwe re çîroka gêrîkê û çirçirkê bes ji zarokên xwe re vebêjin û bila bes qûna gêrîkê rabe!
Bi ya min gêrîk ji bo civakê zirar û xetereyeke mezin e.
Hûn ê bibêjin çima?
Ê çawa çima Xwedê ji we razî?
Gêrîk ji sibê heta êvarî ne kêfekê dike, ne jî dibe sûd û îlham, da ku hinek ji wê fêdê bistînin û kêfê bikin…
Her dixebite û her dixebite. Û ew jî nizane ji bo çi dixebite.
Hey min di te kirê!
Tenê xirameke canê te heye. Ji sibê heta êvarî çi dikeve ber te, tu lê napirsî, didî hev, kom dikî û dibî vedişêrî. Bi şeref ew xwarina ku  gav û saet tu li pey wê bi vir de û wê de zîz û gêj dibî, tu nikarî bixwî jî.
Ma ku bixwe wê bibe çi? Ne qelew dibe, ne jî dirêj…
Ji fiqurî û çavnebarî dide hev, da ku candarên din birçî bimînin.

ameise_klNavê vê kiryarê dizî û destavêtina kedê ye.
Dema ku li derdorê xwarin namîne û candarek tê bi ser wê de digirî û bi deyn piçeke xwarin dixwaze, qerf û henekên xwe bi pê dike.
Navê wê dimîne jêhatî, candarên din jî dimînin tiral û tembel…
Weyle min di şens û sihûda xwe nîyhî!
Na welle min di gêrîkê û çavnebarî û çavbirçîbûna gêrîkê nîyhî!
Dev ji her tiştî berdin, dilê min bi rebena çirçirkê dişewite.
Çirçirk, him sosyalîst, him anarşîst û him jî hunermend e…
De îcar ne eyb û ne fedî jî, gêrîk radibe bi wî qilafetkê xwe yî genî jî, qerf û henekên xwe bi çirçirkê dike û çirçirkê wek yek tiral û kêrnehatî bi nav dike.
Civakê dixapîne; navê xwe wek jêhatî, yê çirçirkê jî wek kêrnehatî li nav civakê belav dike…
Zarok jî destên xwe bi serê gêrîkê didin, bi wê şa dibin û wê gêrîka asosyal dikin delalîka ber dilê xwe. Çirçirka reben jî tê afarozkirin. Li ku zarok çav lê dikevinê, bi darik û keviran didin pey wê…
Tenê ji bo senfonîya wê mabe, divê mirov xatir bidê.
Di kelkela havînê de ji wê pê ve kî bi huner re mijûl e gelo?
Hemû candar ji ber tavê û kelkela germê qul bi qul direvin, peravek, sîberek li ku be, diherin xwe davêjinê û her sê mehan xwe distirînin, deng û pêjna wan nayê. Rebena çirçirkê ne li tavê dipirse, ne li germê, her sê mehan distirê û hey distirê. Bi xêra wê senfoniya wê, hemû însan serê wan li ser bahlîfa wan, di qula xaniyê xwe yî hênik de pixepixa wan e radikevin.
Ez nabêjim ji çirçirkê hez bikin û wê deynin ser serê xwe, lê tenê ji bo xatirê senfoniya wê mabe, divê em qîmet bidinê û wê bi agirê gêrîka qûnde-kapitalîst neşewitînin.

Dema hûn vê çîrokê ji zarokên xwe re vedibêjin û pesnê gêrîkê didin û jêhatîbûna wê tînin zimên, da ku zarok sûd û îlhamê jê werbigirin û bibin xwadan pêşerojeke baş, hûn neheqiyeke mezin li çirçirkê jî dikin û li zarokên xwe jî.
Çima?
Berî her tiştî bi vê çîrokê hûn rê li ber afirînerî û hunerheziya zarokên xwe digirin…
Hûn dihêlin ku tenê zarokên we ji bo pereyan hewl bidin û xêrekê ji jiyana xwe nebînin…
Hûn aliyê wan ê hunerî dikujin û wan radestî pergala kapitalîst î pûşt dikin…
Hûn jahra kapitalîzmê didin civakê. Bi xwarina vê jahrê re, hûn dihêlin civak virikî bibe.

Çîroka gêrîkê û çirçirkê ji bo zarokên xwe berevacî bixwînin. Di vê çîrokê de ne li aliyê gêrîkê, li aliyê çirçirkê bisekinin û wê bipesinînin û bi zarokên xwe bidin hezkirin, da ku di civakê de huner pêş ve here, xurt û dewlemend bibe…
Civakeke huner û wêjeya wê qels an jî tune, tu carî nikare bigihêje armanc û mexsedên xwe. Ji bo civakeke bi rûmet, pêşketî û nûjen, divê em hezkirina çirçirkê di dilê zarokên xwe de bi cîh bikin, geş û xurt bikin…
Lê ji bo nirxên netewî xwe bikin gêrîk.
Wek nimûne, li hember dijminê çarserî divê em sûd û îlhamê ji gêrîkê werbigirin, lewre gêrîk bi şev û roj bê sekin û rawestan her dixebite…
Piştî ku we welatê xwe rizgar kir jî, ji gêrîkê veguherin çirçirkê…
Qîmet bidin çand, huner û wêjeyê..

Lê dîsa ez dibêjim, gêrîk qûnde ye…
Gêrîk diz e…
Gêrîk kedxwar e…
Gêrîk ligel biçûkbûna xwe dixwe gûyê ji xwe mezintir…
Çirçirk can e…
Çirçirk canan e…
Çirçirk hunermend û hunerhez e…
Çirçirk sosyalîst û anarşîst e…
Çirçirk xeml e, neqş e, şeml e…

 

About The Author