HEÇÎ DEREWAN DIKE Û XWE DIXAPÎNE EZ DI…

 

Çima kerxane ji bo jinan jî tune ye?
Ma ne em qala wekhevîyê dikin.

Di her qadê de em wekhevîya jin û mêran diparêzin

kerxane far

Di her warî de em xwe dinepixînin û xwe bi nûjeniya xwe qure dikin.

Dema peyv tê peyvê, tu kes nikarî avê li tareta me ke.

Gelo wekheviya jin û mêr li tu deverên dinyê heye.

Gelo li tu deverên dinyê ji bo jinan jî kerxane heye?

Ne bawer im.

Sal, du hezar û deh, lê mixabin hê jî;

Mêrê herî serketî, pê?ketî, nûjen û wekhevîparêz jî, di vî warî de biborin, lê kevneperest e, têkçûyî ye û her wiha berjewendperest e û bi ser “efendiyê” xwe de miriye.

Ez piçekî din vekim, gelo tu kes heye ku di vî warî de wekheviyê sedî sed bîne cî?

Tu kes heye ku derîyê kerxaneya mêran mifte bike û biqefêle?

Yan jî, gelo tu kes heye ku ji bo jinan jî kerxaneyekê veke?

Ne bawer im,

Ne bawer im,

Ne bawer im… 

?a? fêm nekin, ez nabêjim kerxaneyekê ji bo jinan jî vekin û ev ti?tekî pêwist e haa!

Lê ez li dijî kerxaneya ji bo mêra me jî.

Ez li dijî xwexapandinê me.

Ez li cem heqîyê me.

Ez li cem wekheviyeke rasteqîn û durust im.

Mêrê herî serketî jî, di vî warî de li hember jînê desthilatdar e.

Jina herî serketî jî, di vî warî de li hember mêr bindest e.

?a? fahm nekin ezbenîno!

Ez di warê kerxaneyan de van ti?tan dibêjim û dipeyivim.

Ne di warê seksê de!

Di warê seksê de jinên ji mêran desthilatdartir jî hene.

Di warê seksê de jinên her ?eveke xwe bi yekî re derbas dikin hene…

Di  warî seksê de jinên ?êvê xwe bi sê mêran re derbas dikin û hê jî çavên wan li derve jî hene…

Mijara min tenê kerxane ye.

Çima kerxaneya mêran heye, lê ya jinan tune ye?

Li seranserî dinyê di vî warî de hîna jî mêr desthilatdar û jin jî bindest in. (Ji xêndî Holandaya rengîn. Jixwe li Holandayê, du kesên bi navê Qedexe û Yasax bi hev re danîn ?îrîkatî, lê mixabin top avêtin û navê wan derket ji nifûsa Holandî)

Gelo rojekê ji bo jinan jî, xwedîxêrek wê derkeve û di vî warî de jî, jin û mêr wê bibin yek?

Gelo rojekê ji bo wekheviya jin û mêran, wê xwedîxêrek derkeve û miftê li deriyê kerxaneya mêran jî bixe û biqefêle an na?

Ji berî zayînê de û heta n?ha, di warê seksê de mêr tu carî li xwe neheyirî ne.

Jin nedîne, çav berdane keran…

Ker nedîne, çav berdane qantiran…

Qantir nedîne çav berdane berazan…

Beraz nedîne çav berdane hev…

Xwedê teala mirov ji zilm û sincirandina zilam bisitirîne laww!

Ji dêleva jinên ketî û mêrên wekhevîparêz; AMÎN!!!

Bi hêviya du hezar û deh bibe çareseriya her prosesê, sersala we pîroz be!

Serê salê, binê salê, Xwedê aqilekî bide KÎRTÛJÊN vê civakê…

01.01.2010

About The Author