P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

BÊXEMO


Bavê Ronahî

 

Bêxemo ji gundek ji yên bajarê Wanê ye. Ew çar meh in kurê wî li Dêrsimê le?ker e.

Navê wî yê rastî Mehemed e. Lê ji ber ku xema ti?tekî naxwe û jibo her ti?tî  alternatîfan dibîne, gundîyan navê wî kirine bêxemo.

Bêxemo bi tayê pîcema li malê li ser do?ekê rûni?tî ye û ji kebanîya xwe re dibêje: “Keçê ka çayê!” 

bexemo

Kebanî: ” Va min dem kir” û ni?ka ve kurê wê tê bîrê û digrî, tê li rex mêrê xwe rûdinê.

Bêxemo dibê: “ Keçê ew tu jibo çi digirî ?”

Kebanî: “ Wilah kela kurê min li min xist. Ez nizanim birsî ye yan têr e. Ez nizanim ka li ber serma û seqemê ye, di ?er de ye yan li qi?lê ye. Dilê dayikê ye, nazik e, jibo cîgerê disoje. Ka bibêje ku ez negirîm wê kî bigirît?”.

Bêxemo dixwaze dilê jina xwe xwe?ke û dibêje: ”Heke li qi?lê be xem nîne, neçûye ?er”.

Kebanî:  “Lê ku çûbe ?er?”

Bêxemo: “ Ku çûbe ?er, yan wê birîndar be yan nabe. Heker brîndar nebe xem nake”.

Kebanî: “ Ku birîndar bû?”

Bêxemo: “ Ku brîndar bû, yan wê ba? bibe yan nabe. Ku ba? bû xem nake”.

Kebanî:  “ Lê ku ba? nebû?”

Bêxemo: “ Ku ba? nebû,  yan wê bimire yan wê nemire. Ku nemir xem nake”.

Kebanî: “Lê ku mir?”

Bêxemo: “ Ku mir, yan wê biçe behe?tê yan wê biçe dojehê. Ku çû bihe?tê xem nake”.

Kebanî: “ Lê ku çû dojehê?”

Bêxemo: “Ku çû dojehê, cehnema wî kim. Kesê biçe cehnemê mirov xema wî nagire. Dê zû rabe jibo min çayê bîne kiça nizanim çi… 

Îcar li ber kesên ku biçim cehnemê nekevin gelî xwendevanan. Mesele ew e ku meriv biçe behi?tê wesselam…

28:01.2010

Ev nivîs 443 carî hatiye xwendin


Şirove bike