Zarokên Ji Zimanê Xwe Xeyidîne!

Temenê min pênç bû dema min dest bi dibistana ne bi zimanê xwe kir.
Heta pênç salîya xwe di bin dawa dîya xwe de mezin bûbûm, lewma jî min tenê ji wê û yên wek wê dipeyivîn, fahm dikir.
Dema birçî dibûm, min nan jê dixwest, bi rûkenî diçû ji min re nan dianî. Ez tî dibûm, av dida min. Ku mîza min dihat jî, bi zimanê wê min digot, “dayê mîza min tê” û min fedî jî nedikir.
Temenê min pênç bû dema li dibistanê seyda bi zimanekî ku heta wê rojê min nebihîstibû tiştin ji min dipirsî.
Seyda bi mirûzekî tirş ji min dipirsî, min jî bi mirûzekî qudûmşkestî û tije tirs û xof, wek ziman ji dev koç kiribe, tenê ji xwe re li qulên çavên wî dinêrî.


Min qet ji dibistanê hez nekir, lewre ne min bi zimanê seyda zanîbû, ne jî dihiştin em zarok bi zimanê xwe bi hev re bilîzin, bipeyivin…
Dema berê min diket dibistanê, bi mirina min bû. Lê mezinên me ji me re digotin, “wir cîyê zanîn û şarezatîyê ye.” Lê mixabin her ku diçû ber bi nezanîyê ve diçûm, ji ber ku hêdî hêdî tiştên ku min bi zimanê xwe zanibûn jî dûr diketim. Min di dilê xwe de digot, “ez heqê xwe li dê û bavê xwe helal nakim, çima ez şandim vê dojehistanê…!”
Li dibisatnê lal bûm, gêj bûm. Tenê seyda dipeyivî û min jî wek sewsîyan, wek mirîşka gêj lê guhdarî dikir û min tişt jî jê fahm nedikir. Lewre min bi zimanê wî, wî jî bi zimanê min nizanîbû.

Rojekê di dersê de mîzê zor da min. Seyda şipîya, darek di dest de, li pêş textê reş diçû û dihat û bi mirûzekî tirş tiştin ji me re vedigot. Lê mîzê zor dabû min û jixwe min bi zimanê wî nizanîbû û lê guhdarî jî nedikir.
Min nizanîbû ez ê çi bikim.
Bi zimanê seyda mîz çi bû gelo?
Min ê çawa jê re bigota mîza min tê?
Ji şerm û fedî û tirsa wê kêlîyê ji dilqekî diketim dilqekî. Min bi xwe de bimîsta, him seyda yê bi min re bixeyidîya, li min xista û him jî di nav devê hevalên xwe de ez ê bibûma benîşt û bihetikîyama.
Min çongên xwe dicivandin hev bi derewa bû…
Min Çongê xwe dikşandin zikê xwe bi derewa bû…
Min dev lêvên xwe dikir nedibû…
Axir min bin xwe şil kir…

Dibistana ku ne bi zimanê min perwerdeyî dida, ne ez zana kirim, ne jî şareza; tenê zaroktîya min emirqutî kir û xwebawerîya min min têk bir…

Bi salan e Tirk bi hemû rêbazên xwe yên asîmilasyonîst êrişî me dikin. Ne ziman bi me ve hiştin, ne kesayet bi me ve hiştin, ne jî namûs û xîret…
Li ser axa me em bûn mêvan ew jî bûn mazûvan.
Em kuştin, di zindanan de rizandin, em ker û kwîr û gêj û lal kirin, em ji zimanê me, zimanê me jî ji me xeyidandin…
Bi kiryarên xwe sola Hîtler, Misolînî û Marko di taqê re avêtin. Lê dilê wan hîç rehet nebû û kela wan nerijîya.  Heta pêjna Kurdan li ser rûyê erdê bê jî, ew ê nesekinin û jixwe nasekinin jî.
Camêran vê carê jî rêbazeke nûh ku nayê hişê Xwedê û Şeytên afirandine, lewre kiryareke wiha ne Xweda bi tena serê xwe kare bifikire û biafirîne, ne jî şeytan…
Bêbavan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin ne bes, nuha jî li metropolên xwe, ji bo Kurdên ku ji gund û bajarên xwe koç kirine û ji mecbûrî û bêçaretî hatine li van deveran bi cîwar bûne, asîmle bikin, bibore tune bikin, hewl didin.
Navendên Rehabîlîtasyonê bi fen û fûtan heta dev tije zarokên Kurd kirine.
Ji ber ku zarok bi zimanê wan nizanin, zarokan bi kêmaqilî û dînî rapor dikin û dixin van navendan, qaşo wan rehabilîte dikin, da ku baş bibin. Lê hezar heyf û mixabin, ew zarokên ku ji bilî pirsgirêka zimên tu pirsgirêkên wan ên derûnî û tenduristî tune, di navendên xwe yên rehabilîtasyonê de him kêmaqil û dîn dikin, him jî li ser pişta wan bazirganîyeke qirêj dimeşînin. Van hemû kiryaran jî di bin navê pergala perwerdehîyê ya dewletê de dikin.
Yanî camêran bi zimanê wan, bi wan vedidin. Zarok him ji zimanê xwe dixeyidin, him jî mohra kêmaqilî û dîntîyê dixwin.
Gelo dema van bêbav û bêûjdanan ev kiryar dikirin, em li ku bûn? Bi çi mijûl bûn?
Gelo dema van bêbav û bêûjdanan ev vîrus bera xwîn û laşên zarokên me didan, me doza çi û ji bo çi dikir?
Van bêbav û bêûjdanan çav bera pêşeroja me dabûn û bi rêbazên ku nayê hişê Xwedê û şeytên hesabê tunekirina me dikirin, lê mixabin hayê me ji bayê felekê tune, em qaşo bi doza Kurd û Kurdistanê mijûl bûn.
Camêran dengê xwe nedikirin, di dilê xwe de digotin, “de bila bi doza xwe dakevin û ji sibê heta êvarî xwe li erdê xin, tilîyên xwe bilind bikin û bibêjin, “bijî Kurd û Kurdistan!” Jixwe piştî pêncî salên din em ê wan ji sedî heyşê bi mohra kêmaqilî û dînîtîyê pûç û bêdeng bikin. Bila wê çaxê jî ha xwe li erdê xin û ha xwe li erdê xin…”
Spas ji bo Kejê Bêmal ku ket pey vê pirsgirêkê û ev hemû kiryarên qirêj raxist pêş çavên rayagiştî û çapemenîyê û dosyayeke qerase amade kir û ji Kurd û Kurdîstanhezan re got, “Madem hûn bi eşqa Kurd û Kurdistanê dişewitin û pizika serê zimanê we pirsgirêka Kurd û Kurdistan e, de fermo  bê dijminên we bi çi rêbazan bi we re şer dikin, da ku we ji holê rakin û tune bikin, bi çavên xwe bibînin û bi guhên xwe bibihîzin…”
Bi ya min, bi vê dosyayê helwesta xwişk û birayên me yên Tirk eşkere bû. Divê sîyasetmedarên li ser navê Kurdan sîyasetê dikin, rewşenbîr û aktivîstên Kurd vê dosyayê baş bi kar bînin û bêdeng nemînin.
Navê vê kiryarê ne asîmilasyon e, ev kiryar bi serê xwe jenosîd e, tunekirin e.  Armanc ; bi zimanê me qirkirina me ye.
Fermo vê dosyayê bi baldarî bixwînin bê hûn bi kê re dijîn û biratîya kê dixwazin…

http://agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=1252:diline-kuesen-cocuklar&catid=59:dosya&Itemid=130

About The Author