Seadetê

devliken-faruqSeadetê bi rojî bû, lê wek wan bawermendên beradayî bêhna wê ne teng bû. Mijara me rojev bû, li ser rojevê em ketibûn qirka hev. Min digo heft, wê digo heyşt. Ji xweseriyê me dest pê kir, di xwelîseriyê re derketin em; ji federalîzmê me dest pê kir, di konfederalîzmê re derketin em. Em hatin di jiyana ekolojîk de tengijîn û asê man. Qasî neh deh deqeyan jî em li ser LGBTÎyê peyivîn. Wê go alaya wan rengîn e, min jî go jiyana wan jî wek alaya wan rengîn e. Wê go, tu rast dibêjî, min go tu jî…

Min go, Seadetê nêrîna xwe biguhere, alaya ku hûn radihêjinê û derdikevin çalakiyan, ne alaya Kurdistanê, ya LGBTÎyê ye. Go, tu bêbextiyan dikî, ji rengên wê diyar e. Elhemdurulah hîn çavên min baş dibînin, kesk kesk e, zer zer e, sor jî sor… Min go, xanimê çavên xwe veke, şiyar bibe ji wê xewa nezaniyê. Go, tew! Bi sed Xwedayî ez şiyar im, yê di xew de tu yî.

Min go, Seadetê, tu polîteîst î.

Go, polîteîst çi ye kuro?

seadet

Min go, pirxwedayîtî yanî…

Go, law tu çi beradayî yî. Çima ez polîteîst im? Min go, me hîn li ser hebûna yekî li hev nekiriye, tu rabûyî bi serê sed Xwedayan sûnd dixwî ezxulam.

Go, de hiş be ji bo Xwedê, tu rêya rast li ber mirov şaş dikî. Min go, jixwe rêya te şaş bû…

Go, bi sed hezar quran rê ji rêya min rastir tune. Min go, tu dîsa kufir bûyî. Tenê quranek heye, ne sed hezar quran. Mele azan da, Seadetê fitara xwe vekir û piştî xwarina şîvê, rabû nimêja xwe kir. Ku nimêja wê qediya, ranebû ser xwe. Rahişt dizbiya xwe ya sedûyek û dest bi duayan kir.

Min go, Seadetê, te yê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê jî çend dua bikira.

Go, tew! Lawê yadê. Ma jixwe sed duayên min ji bo Kurdistanê ye, yek jî ji bo tu rêya rast bibînî…

About The Author