Li dij xwefiroşan bibin yek.

Nûrî Çelîk

Piştî ketina bajarê Mûsilê û xetera rêxistina DAÎŞ ê, fersendek mezin ji Kurdan re çêbû ku karibin bajar û navçeyên xwe, yên ku ji Kurdistanê hatibûn cudakirin, paşde bistînin û têxin bin kontrola xwe. Maddeya 140 a ku ji roja pêşîn de di navbera Kurd û hikûmetên Îraqê de bû pirsgirêk û serêşandin, bêyî îrada hikûmeta Bexdayê pêk hat û Kurd ji wê serêşandinê xelas bûn. Bi vî awayî temamê xaka başûrê Kurdistanê ket bin destê Kurdan û hikûmeta Kurdistanê û minnet ji hikûmeta Bexdayê re nema.

Di vê derbarê de hem gellek ji çapemenîya cîhanê û hem jî pispor û civaknasên Rojhilata Navîn şans û sûdek mezin didin Kurdan. Dibêjin ku ” ji bo serxwebûnê derfetek mezin ketîye destê Kurdan û divê Kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin”. Û ji bo ku Kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin jî, divê di vê dema zîz û nazik de şerê hev nekin, dev navêjin hev, nêzîkî hev bibin, berjewendîyên xwe yên taybet deynin alîyekî û li berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bifikirin, ji bo wê gavan bavêjin. Çi PDK , YNK, Goran û partîyên din dibin, çi PKK, PYD, YPG û hêzên din dibin û çi jî rêxistin û partîyên din dibin, divê aqlêselîm nêzîkî meselê bibin, di vê dema zîz de nakokîyên navbera xwe bincil bikin û hetta bi temametî ji holê rakin û li hember cîhanê yek dest û yek rêz bin. Îro ji her wextî zêdetir pêwistîya Kurdan bi tifaq û yekîtîyê heye. Ne berjewendîyên partîtî lê berjewendîyên netewî wê me bigihînin serkeftinê.

Tam di vê dema zîz û girîng de ku, yekîtîya Kurdan û paraztina sînorên Kurdistana azad pir girîng bû; bi taybet di vê demê de ku ji her alîyên Kurdistanê gef li destkeftîyên bidestxistî dihate xwarin, bi alîkarîya hin kesên xwefiroşên navxweyî temamê xaka başûrê Kurdistanê kete bin xeterîya desthilata Îran û hêza Heştî Şîa de, bi hişyarîya vê xîyanetê divê Kurd berjewendîyên xwe yên şexsî, rêxistinî, partîtî,  malbat û eşîrtî deynin alîyekî û bi yekdengî li Kurdistanê xwedî derkevin. Destkeftinên mezin ketine destê Kurdan û Kurdistanîyan, divê ew destkeftinên dîrokî berheba nekin û ji destê xwe bernedin.

Piştî ku bajarên Kurda û Kurdistanîyan bi saya xîyaneta navxweyî ketin, rêxistina Heşta Şîa kaos û alozîyek mezin di bajar û bajarokên wê de çêkir; ez jî di nav de, em gelek Kurd û Kurdistanî ketin bin bandora şoka xwefiroşan; bela ev kaos û alozî ji Kurdan re bû şikestek dîrokî ku bi destê xwefiroşan karibû bibe sebebê ji dest çûyina temamê xaka Kurdistanê. Lê hezar cara spasîya aqlî selîmiîya serkirdayê Kurdistanê û serkêş û cengawerên raperîna li seranserê xakên dakirkirî yên Kurdistan dikim;bi saya serê we canbaxşa îro dîsa Kerkûk jî di nav de, êdî li her bihusta xaka Kurdistanê ala Kurdî pêl dide. Êdî xala yekemîn û sereke bûye paraztina sînorên Kurdistana azad û êlankirina serxwebûna Kurdistanê. Ji bo vê yekê jî, ne dijminatî û dijberî, lê hevkarî û tifaqa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê girîng û pêwist e, stûna serketinê ye.

Berfirehbûna xaka Kurdistanê û destkeftîyên wan tirsek mezin xistîye dilê dagîrkerên Kurdistanê. Bi taybet piştî ku Kerkûk jî ket destê Kurdan, tirsa dilê dagîrkeran zêdetir bû. Ev tirs tirsa serxwebûna Kurdistanê ye. Û ji bo ku dagîrker vê tirsê ji dilê xwe derxin û nehêlin ku Kurd serbixwe bibin, her dek û dolaban dizîvirînin, hevkarîyê dikin, çi bi hêzên xwe û çi jî bi destê rêxistin û çeteyên terorîst êrîşî Kurdan dikin û wê bikin. Çawa ku di mijara Kurd û Kurdistanê de temamê rêxistin, dem û dezgehên dewletên dagîrker dibin yek, divê em Kurd jî heman helwestê bigrin. Çawa ku di mijara Kurd û Kurdistanê de çep, rast, oldar, sosyalîst û temamê beşên civaka dewletên dagîrker berjewendîyên xwe didin alîyekî û dibin yek, divê em Kurd jî bi heman hişmendî û netewperwerîyê xwedî li xwe û welatê xwe derkevin. Divê em bi tifaq û yekîtîya xwe tirsa dilê neyaran di dilê wan de biteqînin û xewn û xeyalên milletê Kurd pêk bînin.

Û divê em bi can û malê xwe xwedî li başûrê Kurdistanê, li Kurdistana azad û pêşmergeyên wê derkevin.

 

 

About The Author