Firildeq Elî
Heke bê bîra we, berî çend salan lotikvanên Amerîkî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çewal xistibûn serê eskerên Tirk û ew tirek kiribûn. Lê balkêş e, piştî çewalên Amerîkayê, xuyaye rayedarên Tirk jî hînî çewalan bûne û dixwazin qaşo çewalan têxin serê Kurdan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu efendî, li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê axifî, da lotik û zîtirkan, çend tir û fis ji ber serê xwe berdan û got: „Bi şeş telaqên jinberdanê, wê Tirkîyê we hemûyan bixe hundirê çewalan, devê wan girêde û we bavêje cîhekî“ filan û fîstan.
Yanî çi?
Yanî, wê keçelo 50 milyon Kurd têxe çewalan, devê çewalan bidrû û Kurdan bavêje cîhekî.
Peeekkkkk li vê zirtê, li vê zîtirka kesanedî!
Kuro Silêmanê Dunikil, law hîna bêhna çewalên Amerîkayê ji serê te û eskerên te tê kuro, ma tu fedî nakî tu behsa çewalan dikî wezîro!
Wîîîîîî, law bi namûs aniha hat bîra min ha!
Hûn zanin Silêmanê me çima behsa çewalan dike û çewal pê xweş hatine?
Ji ber her roj çewalan tije pare dikin, bi çewalan pareyên Tirkîyê didizin ji ber wê çewal hatine bîra wî allahwekîl…
Stenbol
More Stories
Serdana PWK û helwesta PDK
Dergevanên Bakurî, rewşenbîrî yan şelafî!
Xiyaneta herî mezin bêdewletbûn e