Xelkê ji ber wan çêkir, ew ji ber Kurdan

Firildeq Elî

De werin ji xwe re li vê sosreta kesanedî binerin.

Di dema xwe de Çînîyan ji ber tirsa êrîşên Tirkên Moxol dîwar li hawîrdora welatê xwe çêkirin û xwe ji wan paraztin.

Û îro?

Îro jî Tirk ji ber tirsa Kurdan dîwaran li sînorên xwe û Kurdistanê diçikînin û qaşo dixwazin xwe ji Kurdan û ji Kurdistanê biparêzin.

Ji wan weye ku bi wan dîwaran wê têkilîya Kurdên bakur û Kurdên rojava ji hev qut bibe û wê Kurdên rojava nikaribin derbasî bakurê Kurdistanê bibin.

Aha tirs ev tişt e ha!

Tirs û xofa Kurdan ewqasî ketiye dilê rayedarên dewleta Tirk ku dîwaran li sînorê rojavayê Kurdistanê û Tirkîyê ava dikin.

Ulan oxlim, ma Kurd dîwaran nas dikin?

Hûnê çawa di ser û mejîyê Kurdan de dîwaran ava bikin ka hûn nabêjin?

Kurdên ku bi kujtin, jenosîd, êşkence û terş û talanê nehatine tunekirin û yekîtîya wan têk neçûye, wê bi dîwarkên we ji hev qut bibin?

De hernêêêêêêêêê, kuro ez çavê tirsê bixwim û hew!

Bi telaq roj bê wê Tirk ji tirsa Kurdan re dîwarekî bikşînin navbera xwe û jinên xwe jî allahwekîl…

Stenbol

sinor2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

sedduvar-2jpg

About The Author