Tirkiye – YPG/PYD û Amerîka

Necîb BALAY

Ez ne di wê baweriyê de me ku Amerîka dest ji PYD/YPG wiha zû berdide, wek tê zanîn şerê li dij DAIŞ’ê wiha bi salek û duyan bidawî nabe. Ji bo Amerîka û cîhana Rojava jî xweya bû ku, yên herî li pêş şerê DAIŞ’ê bi şêweke serkeftî kir, be tenê kurd in, çi li Sûriyê yan jî Îraqê. .. Gelek xal hene ku nayên dîtin, gelek şirovekarên hene hema bilez û serve serve li meselan dinêrin, Amerîka dest ji kurdan li Sûriyê PYD/YPG bernade jiber van sedeman.

Amerîka bi şêweyeke fermî daye xuyakirin ku kurd PYD/YPG hevpeymanê me ye di şerê li dij DAIŞ’ê de di têrim û îdyomên siyasî de gotina ‘hevpeymanî‘ wiha bi asanî ji aliyên kesên fermî yên welatekî weke Amerîka nayê bilêvkirin, ‘hevpeymanî‘ tiştek startejîk e ne ku taktîk.

Amerîka hevpeymaniya xwe li gel Tirkiyê û kurdan PYD/YPG li Sûriyê naxe heman xane û heman seviyê, ew bi mezîna xwe ya taybet û li gor hêza her aliyekî hevpeymaniyê dike, Amerîka ne Tirkiyê ji dest dide ne jî kurdan, ewê hewil bide hevsengiyekê di warê têkiliyên xwe yên bi kurdan û Tirkiyê re  pêk bîn e.

Tirkiye ya bi serokatiya Erdoğan li cîhana Rojava-Amerîka û Ewropa wiha baş nayê hezkirin, ev jî şansekî baş yê kurdan e, Rojava gelek bi hesasî nêzî siyaseta Erdoğan û armancên wî yên demdirêj dinêre.

Ji derveyî şerê DAIŞ’ê li herêmê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî hewcedariya Amerîka û Rojava bi kurdan heye, ji ber ku, hem Rûsya û hem Îran di Sûriyê de ne, ji derveyî wê jî kurd li Sûriyê ji bo cîhana Rojava gelek  giring in, bi taybet di dema desthilata Beşar Esad de. Divê neyê jibîrkirin ku Esad demek dirêj şer û dijatiya Îsrailê kiriye, ne mimkûn e, Îsrail, Ewropa û Amerîka bihêlin, Îran wiha bi rihetî li Sûriyê bihêz bibe.

Amerîka dizane ku alternatîf ji bo Esad li Sûriyê  dê komên îslamî yên radîkal û tevgera Îxwanî Muslimîn be, ew dê gelek ji rejima Esad baştir nebin, lê YPG û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) weke hêza herî jêhatî û layîq li Sûriyê tên dîtin.

Li herêmê hêzên kurdan bi tenê PYD û YPG weke civakek sekolar tê naskirin, jinê rolê xwe heye, wekheviya jin û mêran heye, herwiha di Îdareyên Rêvebiriya Xweser de komên din yên etnîkî weke; ereb, tirkmen, şîa uhw rolê wan heye û PYD’ê ew di nava xwe de hembêz kirine.

Herwiha ji aliyê komên olî û mezhebî de ji, PYD/YPG baweriyê bi pirsên ev sûnî ye, ev şîe yan elewî ye, nîne, dîsan kemaniyên olî weke xirîstiyan, aşûrî, ermen, êzidî… uhw di nava xwe de hembêz kirin e, ev hemû faktor û gelek faktorên din hene ku Amerîka di vê demê de ne mimkûn e pişta xwe nede kurdan li Sûriyê.

Amerîka dê hewil bide herdû aliyên kurd û tirk ji pêkanîna sedî sed ya armancên wan dûr bixe, ne destûr dide kurd li Bakurê Sûriyê bibin dewlet, ne jî dihêle kurd li Sûriyê bê maf bimînin, di dawiya dawiyê de li nîva rê ew ê bigıhên hev.

Bi dîtina min porsêsa nêzîk kirina herdu aliyan di demek nêzîk de pir zor e, ew ê ev pirs bi lawazkirina DAIŞ’ê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî pêvajoyek din bê destpêkirin. Îcar dê qunaxa lihevhatina hêzên navxwe yên Sûriyê bê dan, mebesta min Artêşa Azad, Hêzên Sûriya Demokrat di nav de YPG/PYD.

Qonaxa siyan piştî zelakirina rewşa Esad li ser desthilatê dê bikeve rojevê kanê şêwazê desthilatê li Sûriyê dê çawan bibe û heta çi ast ew hêzên binakok dê nêzîk hev bibin.

Destêwerdana Tirkiyê û mana wê di xaka Sûriyê de heta astek bilind dê girêdayî rewşa navxwe ya Tirkiyê be. Ez ne di wê baweriyê de me ku faktorên sebecektîv û herwiha yên obcektîv di berjewendiya Tirkiyê de bin. Erdoğan çawa mecbûrî xwe çemandina li hember Rûsya, Esad û Îranê bû ew ê wiha mecbürî dialoga bi kurdan re bibe.

Lê ji bo kurdan PYD/YPG jî, wiha asan nabe, zehmetiyên pir giran li pêşiya wan hene, ji aliyê siyaseta navxwe ya Sûriyê, ji aliyê siyasta têkiliyên bi Amerîka û Rûsya û herwisa têkiliyên wê yên bi grüpên din yên Sûriyê de.

Aliyê herî giring jî PYD/YPG heta çi ast dê serkeftî be di navbera hêzên kurd de reyek aştiyê û lihevhatinê peyda bike.

IMP News

About The Author