MİROV û ZİMAN

ŞEREFXAN CİZİRİ

Zimanekî bê mirov û mirovekî bê ziman gelo wê çawa pêşbiketina? Ma zimanê kevir û daran heye? Gelek caran weke şibandinekê em dibêjin; zimanê çûkan! Lê eşkereyê ku dengê çûkan heye lê zimanê wana weke yê mirovan tuneye. Zimanê mirovan tiştekî taybet e, xas e û yê ku mirovan ji hebûnên din vediqetinê, di dawiya dawî de zimanê wana bi xwe ye.

Ma çûk pirtûkan dinîvisînin?

Ma çûk rojnameyan derdixînin?

Hilbet di van pirsan de pêwendiyên di navbêna mirov û ziman de veşartînê hene. Ev warê veşartî gelek caran bûye sedemên niqaşên felsefî, olî, dîrokî û civakî. Jixwe niqaşên li ser mirov û ziman li ser vê beşa ku veşartiye tenê kirin. Li gora demên dîrokî, li gora pêşketina zanyarîyê, li gora nirxên îdeolojîk ew pêwendiya veşartî hergav hatiyê niqaşkirin. Bersivan van niqaşan jî tucara tenê nebûne yek, bersiv piralî ne.

Weke hemû giringiyên mirovî ev niqaş jî rengên çinayeti, zanyarî û ideolojîya civatan didine der.

Ma dirok ne wilo ye?

Ma ekonomî ne wilo ye?

Ma sîyaset ne wilo ye?..

Li gora olên semawî ziman ji aliyê Xwedê Teala nazilî erdê bûye. Di Tewratê de Xwedê Teala alikarîya Adem dike ji bona ku navan li hebûnên derdora xwe bike. Ango ziman ji ba Xwedê Teala dadikeve nava mirovan û alikariya wana dike ji bona ku derdora xwe nas bikin. Pirtûkên olî ji ba Xwedê Teala tên, dadikevin erde, pêxemberên me ji wir tenê tayîn kirin, mirov ji wir tên xuliqandin, qencî û xerabî ji wir çêdibe.

Ew helwesta Tewratê di İncil û Quranê de jî her berdewam e…

Ji ber ku Xwedê Teala ziman fêrî mirovan dike, ziman jî weke Xwedê Teala her yek e. Di demekî dirêj de zimanê yekemin, zimanê pêşî weke zimanê Îbranî dihate pejirandin. Zimanê cuda ku li ser rûwê dinya yê hebûn, hemû ji zimanê Îbranî derketibûn. Bahweri ev bû. Dîtinên olî zimanê mirovan wilo pênasî dikirin. Li gora wan dîtinan perçebûna zimanên dinyayê ji jî Babilê destpêkiribû.

Mirov bi hêsanî dibîne ku dinya li vir tenê weke Rojhilata Navin tê qebûl kirin. Lê gava ku mirov ji vê atmosfera olî derbikeve, dîsa bihêsanî mirov dibîne ku dinya ne tenê ji Rojhilata Navin pêk te. Dinya di hemû waran de ji Rojhilata navin mezintir bû!

Li vê dinyaya mezin mirov bi hêsanî pêrgî fikir û teoriyên li ser ziman dibû! Ev dîtin ji dîtinên olî cudabûn. Ji filozofên Yunanî bigirin heta dema ronahîyê bi sedan navdaran li ser pêwendiyên di derbara mirov û ziman de dîtin pêşkêş kiribûn. Her yekî li gora dema xwe, zanebûna xwe, nirxên xwe xwestibûn pêwendiyên dinavbêna mirov û ziman de zelaltir bikin. Dixwestin kevirekî deynin ser kevirekî.

Dema rohanîyê jî weke gelek tiştên din bêndera vê niqaşê bû. Li ser vê bênderê mirov pêrgî Diderot dibû, pê re mirov li Dawid Hume rast dihat û bi Condillac, Rousseau, Herder, ûhw re mirov li ser vê bênderê bi çirê dileyizt!

Heta pêşbirka ziman derdikete pêş!

Ma ji vê lîstikê xweştir çi hebû?

Yê ku cudahiyê dixîne navbêna mirov û hebûnên din; gelo ziman e yan aqil e? Ma ziman û aqil dikarin ji hevdû werin qetandin? Ji ber ku mirov bi aqilbû, zimanekî wîna jî hebû, ji ber ku zimanekî wîna hebû jî ew biaqil bû! Dîsa em dizanin ku, ji ber ku mirov xwedîyê aqil û ziman bû, ew dibû hebûneke sosyal. Gava ku mirov hebûneke sosyal bû jî, wîna aqil û zimanê xwe pêş de dibir!

Ziman berî her tiştî ji hewcedarîyeke sosyal hatibû afirandin.

Ew pirs û bersîv bi salan dihatin niqaşkirin û pirsgirêka mirov û ziman hîna şênbertir dibû. Çiqase pirsgirêk şênbertir dibû, ji hêla netewîtiyê de pirsa ziman derdikete pêş. Saziyên ziman dihatin avakirin, xelatên ziman dihatin belavkirin, nivîsandin û axavtina bi zimanê netewî

dihate teşwîq kirin û xelat kirin. Hemû netewe bişanazî bi zimanê xwe yên netewî diaxivin. Bi taybet rewşenbîr û siyasetmedaran pêşkeşîya wî karî dikirin…

Lê li welatê me ev niqaş çiqasî dihatin zanîn, naskirin û şopandin? Me weke rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd peywirên xwe çiqasî bi dildarî derbasî nava jîyana sosyal û çalakiyên sîyasî kiribûn? Ma ew ne sosreteke mezin bû ku hîna sîyasetmedar, rewşenbîr û gelek hunermendên Kurdan bi zimanê dagirkeran çalakiyên xwe li dar dixin!

Ez ya dawî bibêjim; Kurdekî ku bi zimanê xwe nizani be, bi rastî dile min pê dişewite!

Wey weled…

 

Nusaybinim.com

About The Author