KCK, rêgira Rojava

Ji bo Suriyeyê heta nuha çar civîn li Cenevê, çend civîn jî li Astanayê hatin lidarxistin. Tevî gelek hewlên PYDê û yên navneteweyî, ne ew, ne jî rêvebiriya Rojava di civînan de beşdar bûn. DYA û YE ne li hember in, Rûsyayê  vekirî dil heye ku ew jî beşdar bin. PYD nikare di gelek civînên herêmî yên li Enqerê, Riyadê û welatên kendavê jî amade bibe.

Rêgira esasî Tirkiye ye ku ew PYDê û rêveberiya Rojava bi PKKê ve girêdide û wan bi hev re dixe rêza terorîzma navneteweyî. DYA û Rûsya û YE, her çendî wek Tirkiyeyê nafikirin jî, ji ber pêwendiyên xwe yên li gel wê, naxwazin xwedan şêleka musir bin. Giringiya Tirkiyeyê a jibo wan, helbet ne ji ber vê an wê hukumeta ser desthilatê, li ji alî potansiyela wê ya maddî-manewî û jeopolîtîkiya axa wê ye. Ew endama NATO-yê ye, bi YE re di hevkarî û gotûbêjên endametiyê de ye. Wek welatekî misilman di nav dewletên misilman de hevkarî û piştgiriyeka wê heye. Ev  pirr-dêmenî, rê vedike ku gelek welat li ber daxwaza Tirkiyeyê sist bibin, gelek ji wan jî (wek ên misilman) bibin piştgir.

Li hember îhtîmala ku ji Cizîrê heta Efrînê axa Rojava bigihê hev jî, Tirkiyeyê bi çavlêgirtina welatên binavkirî, hetta ya dijberên wek Suriyeyê, Îraqê û Îranê, esker xist Rojava û heta Babê korîdorek dagir kir. Bi vî awayî, darbeyek mezin li Rojava da, argumenta  beşdariya xwe  di hemû civînên aştî û avakirina Sûriyeyê de ferz kir û li PYD avêt dervayê meydana dîplomasiya navneteweyî.

Helbet kîjan alî dibe bila bibe; jibo her bizaveka kurdan ev şêla Tirkiyeyê bêminetî ye, lê divê vê giringî û bikêriya hêza wê deyne ber çavan.

Tirkiye, nuha rasterast bi şer û dîplomasiyê, li dijî PYDê û rêveberiya Rojava ye. Heta veşêre jî, li dijî serkeftineka her tevgera kurdên Rojava ye. Kurd, hevkar, dost, dilxwaz û xêrxwazên wan, vê dijminatîya Tirkiyeyê rexne dikin. Ev aliyeyê bêminetî yê meselê ye. Lê gelo di serîhildana vê rewşê de, tu para PYDê û rêveberiya Rojava tune ye? Yan jî ya KCKê tuneye ku wek axtapotekê beşek ji bizava kurdan a her çar perçeyan xistiye bin teseluta xwe û hişk zeft kiriye? Gelo ew çi dikin ku rêgirîyên Tirkiyeyê ji holê rakin, eger ew ji a xwe danekeve, gelo çi dikin da destên dost, hevkar û dilxwazên xwe yên navneteweyî li hember argumentên wê xurt bikin? Çi dikin da di serî de Rûsya, DYA,YE karibin bi xurtî xwedî li wan derkevin, da qet nebe ew qasî grûbeka piçûk a ereb di civînên esasî de amade bibin?

Mora terore ya li ser PKKê û bihevrebûna wê û PYD/YPGê di bin teseluta KCKê de, dibe sebebê terorîstnîşandana wan jî. Ne tenê Tirkiye, hemû dewlet dizanin ku pêwendiyeka organîk a xurt a PYD/YPGê bi saya torora KCKê bi PKKê re heye. Lê ew ji nav KCKê venakişe û nabe hebûneka serbixwe ya bi Rojava ve sînorkirî. Bi vacayî, ew bi xwe, di KCKyîbûna xwe de, bi israr e, paxavê ji  veşartinê nake ku bi biryar û bizavên xwe yên rojane û wergirtina talîmatan, ew beşekî KCKê ye.  Li aliyekî ew îdîa dike ku dewletê naxwaze, axa Sûriyeyê parçe nake, navê Rojava kir bakurê Sûriyeyê, li alî din KCK li çar perçeyan ji bo armancên cuda di bizavê de ye, pirtir jî bûye rêlibergirê kurdan.

PYD bû aletê siyaseta KCKê ku bizava Rojava û tevgera bakurê Kurdistanê di şerê dawîn de bibin qurbaniyên hev. Bi dehan bajar wêran bûn, HDP ji ber vê siyasete ber bi herifînê ve diçe. Ne diyar e paşvekişiyana destkeftiyên Bakur ê li kîjan zinaran biqelibin; bela wela bibin.

Di nêzîk de ê hukumeteka veguhêz li Şamê ava bibe. Eger ew fermanan ji Qendîl-Îmraliyê bigirin, kes qebûl nake ku bibin beşdarên hukumetê. Kî rê dide ku Şam ji Qendîlê û Îmraliyê bê îdarekirin?

Hudûdê navbera Suriye-Tirkiyeyê  911 km ye. Herdu alî seranser kurd in. Ji alî eskerî, aborî,  entegreasyona neteweyî û navneteweyî ve, rewşa aştî, aramî û hevkariya şefaf a herdu aliyên hidûd xwedan nirxeka stratejîk e. Lê siyaseta PYDê ya li gel Tirkiyeyê û kurdên Bakur ne li gor vê rewşa stratejîk e. Li gel  Başûr jî her wisa… Ew li gel ENKSê û Pêşmergeyên Roj negihîşt peymaneka yekrêziyê da hem şoreş xurt bibe, hem jî ew ji tecrîda terorîstiyê rizgar bibe. PYD, ne li gor berjewendiyên kurdên Rojava, li gor planrêjiya serokatiya KCKê siyasetê dike. Qendîla Bayik jî bi temamî xwe spartiye berjewendiyên hîlala şîe ya Tehran-Bexda-Şamê.

Rêveberiya KCKê, li hemû perçeyan, ne li gor berjewendiyên neteweya kurd, li gor planên hîlala şîe tevdigere, tevgera Bakur pêşkêşî wesayetgêran dike, ya Rojava dixe xizmeta Tehranê û Şamê, Şengalê û Qendîlê di qiblegahkirina hîlala şîe de dike gorî.

Heta PYD/YPG ji KCKê venekişin û KCK belav nebe, ne Rojava, ne perçeyên din ên Kurdistanê dikevin ser riyên xwe yên rast. KCK bûye rêgira şoreşên kurdan.

Basnews

About The Author