Hafiz û dengbêjê Mem û Zînê

Kerem Arî

Mûzîka kurdî di eslê xwe de anonîm û devkî ye. Kurdan gelek reng, êş û çanda xwe bi riya stran û dengbêjan zînde hiştine. Ji ber vê yeke dengbêj û kilam û stranên wan cihekî taybet di nava kurdan de heye. Ew, di folklor û çanda kurdî de gelek bihêz in. Bi sedan sal û zeman in dengbêjan di nava civaka kurdî de cih girtine û bûne pira ziman û çanda kurdî.

Dengbêj palê xwe didin civakê û ji bo hest, bîr û kultura civakê erka awêneyê dibînin. Ew her çîrok û qesîdeya dibihîzin ji ber dikin û di nava civakê de distêrin. Naveroka stranên dengbêjan gelek rasyonel û zelal in. Dengbêj bo stranên xwe amûran ji civakê digirin. Çîrok, efsane, qehremanî, eşq û evîn û hwd. bi selîqe tînin ziman. Ew gelek bi bîr û hizr in. Her qesîde, stran, çîroka dibihîzin hifz dikin û didin nifşên nû.

Birekî dengbêjan di nava kurdan de weke ‘mitrib’ hatine binavkirin û ev dengbêj jî der bi der digerin. Dengbêjên herî navdar û niyas dengbêjên di nava civakê de ne. Ev dengbêj efsane, çîrok, bûyerên dîrokî û hwd di nava xelkê de belav dikin û distirên. Gelek caran xelk kom dibe û dîwan tê danîn û dengbêj bi rêzê stranan dibêjin. Dengbêj di nava civaka kurdan de stranan kurdî distêrin. Gelek peyvên resen û kevin bi saya van dengbêjan heta îro hatine. Di pêşketina zimanê kurdî de jî stran û dengbêjan rolekî mezin lîstîye.

Erbene bûye amûreke sereke

Di mûzîka kurdî de amûrên cûr bi cûr tên bikaranîn. Amûrên sereke bilûr, dûdûk, zirne, duzare, tembûr (bisk), santûr, dembilk, dahol, saz û erbane ne.

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê erbane amûrekî herî qedîm e. Erbane bi taybet ji aliyê dengbêjan ve gelek tê bikaranîn. Herwiha di rîtûelên ayînî de cihekî girîng digire. Bi taybet ji bo grûbên dînî. Herwiha li Kurdistanê naqşîbendî, qadîrî, mewlewî û komên din ên olî erbanê xwedî derketine.

Herwiha medreseyan ji bo pêşketina kurdî rolekî sereke lîstine. Di medreseyên Kurdistanê de kurdî tê xwendin û nivîsîn. Mela û şêxên kurdî gelek pirtûkên kurdî nivîsîne. Bi saya medreseyan kurdî bûye zimanê perwerdehî û nivîsê. Gelek dengbêj, alim, zana ji van medreseyan derketine û xizmeta kurdî kirine. Dengbej û hafizê navdar, Hecî Şêxmûsê Mêrdînî jî yek ji wan alim û zanayan kurda ye. Hecî Şêxmûs, ku li medeseyên kurdî perwerdehî dîtiye zêdetirî 50 sal in di nava xelkê de distêre û tê nasîn. Ew li Ziyareta Sultan Şêxmûsê dimîne û li wir ji xelkê re qesîde û stranên kurdî dibêje. Her wiha bi erbeneya xwe jî xelkê ku diçe serdana wî dikin mest dike. Hecî Şêxmûs jiyan û serpêhatiyên xwe ji BasNûçeyê re anî ziman. Wî di 1957’an dest bi erbanjeniyê û gotina stranan kiriye û heta niha dewam dike û di nava civakê de gelek rêz lê tê girtin.

60 sal in stran û qesîdeyan dibêje

Dengbêj Hecî Şêxmûs di sala 1946’an de hatiye dinê û 1957’an dest bi erbanê û mûzîkê kiriye: “1953’an bavê min koça dawîn kir. Xuşk û brayên min tune bûn. Ez û diya xwe bi tenê man. Diya min ji min re got bixwîne. Em feqîr bûn. Ez diçûm ber destê mela û min dest bi xwendinê kir. 1959’an de ez êdî çûm ger û seredanan. Em çûn seredanan, lê civakekî pir giran hebû. İnsanên mela li wir bûn. Alim û zana ali wir bûn.”

Kê li bal min tiştek bigota min hifz dikir

Hecî Şêxmûs dibêje ku kê li cem wî qesîde û stran bigota wî ji ber dikir û ji bilî dersên medreseyan tu dibistan nexwendiye: “Min mewlûd û Quran xwendin. Ji sala 1960’an heta niha ez qesîdeyan dibêjim û ev yeke bi saya Xwedê û dostan çêbû. Kî xwe ji Xwedê dûr nexe wê biserkeve. Ez ne tevlî siyasetê ne jî tevlî karê Xwedê dibim. Siyaset derew e. Quran diyar dike ku 3 delîlên munafiqan hene. Yek ew e ku dema diaxive derewan dike, duyem ew e ku soz bide û sozê xwe cih neyne. Ya sêyem jî ew e ku îxanetê li emanetî dike. Mixabin di nava civaka me de ev her sê jî hene.”

Min di filmê Mem û Zîn de li erbanê xist

Hecî Şeyhmûs, her tim mirovên mela û dîndar re geriya ye û çûye seredanan û di civakan de her tim qesîde gotine û Quran xwendine. Herwiha wî gelek stranên kurdî jî ji ber kirine: “Dema bavê min çû  rehmetê tiştek li mala me nebû. Di 1970’ê de ez û dayika xwe em çûne hecê. Di 90’an de ji min re gotin were di fîlma Mem û Zîn de li erbanê bide. Min got fîlma Mem û Zîn çawane lawo? Gotin divê tu bê bilîzî. Em çûn. Ji min re gotin li erbanê de. Ez rabûm min di fîlmê Mem û Zînê de li erbanê xist. Di 1993’an de ez ji gund derketim. Dewletê em li ser gundan rakirin. Min bi wan re go, ‘Min tiştek nîne. Min ne xanî, ne maaş û ne jî erd heye. Cihekê bidin min ez ê herim.’ Îcar cerdevanan ez îxbar kirim û gotin ’ev kes alîkariya PKK’ê dike.” Li Hafiz Hecî Şeyhmûs ji ber gotina stran û qesîdeyên kurdî doz hatine vekirin û 10 meh cezayê girtîgehê li wî hatiye birin.

Hafiz Şêxmûs, tekez dike ku ew dostê hemû misilmana ye û di nava xelkê de qîmetê wî heye. Şêxmûs wiha behsa danûstendina xwe û civakê dike: ”Ez kurd im. Ez hevalê tirk, ereb û farisa me jî. Ez kurdbûna xwe înkar nakim. Kî ji bo me baş be ez hevalê wan im û em hemû misilman in. Şukir bo Xwedê ev rûmet ji me re daye. Ez diçim ku misilman ji min hez dikin. Înşaallah jî dest vê rûmeta xwe bernadim. Dilê min bixwaze ez diçim li bal dost û hevalên xwe. Xelk gelek xatira min digire. Mesele niha ez minûbûsê sîwar bûm, eger ez pere nedim jî tiştekê ji min re nabêjin.”

(M.K)

BasNûçe

About The Author