Çi profesor e, hehey!

M. Cemîlê Mûşî

Law qey profesortî lîztika zarokan e bavo. Yanî ewqas xwendin bilasebeb û badilhewa diçe? We dîtiye ku profesorek ewqas sal bixwîne, lêbikole û piştre jî di profesortîya xwe de birî û bibe mirîdê şêxekî nexwende û nezan?

Aha Prof. Dr. Rifat Okudan yek ji wan xwelîser û kundiran e.

Dekanê Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Suleyman Demîrel Prof. Dr. Rifat Okudan, zîtirkek paşûpêş avêtiye, di mejîyê ker û nezanan de mîztiye û daye zîtirkan.

Çi gotiye profesorê şikesf û kewarêan?

Gotiye: „Heke di dema seksê de (yanî di dema nîhandinê de) kesek seydayê xwe yan şêxê xwe li bîra xwe bîne, bîne ber çavê xwe û nîhandinê bike, wê zarokên pir bi xêr û bêr, ewladên xêrdar ji wan re çêbibe“ filan û fîstan û quzê kerê.

Ê başe oxlim, kundir..

Heke ew seyda û şêxê ku di dema nîhandinê de bînim bîra xwe û ber çavê xwe, qûnek be çi dibe?

Heke ew seyda û şêx zinêkar, tarikselat, diz û bertîlxwir derkeve çi dibe?

Madem wilo ye,  wê ew zarok jî wek wan zinêkar û qûnek çênebin?

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevan û civata hazir..

Çiqasî hûn xwe dûrî van dolheram û zinêkarên îslamîst ên sextekar bigirin, hûnê ewqasî nêzîkî xwedê bin û hûn sax…

Mûş

 

About The Author