Melkemot ew ji bîr kiriye

Çang Çîng Çong

Xuyaye carna xweda hinek mirovan ji bîr dike û melkemot jî nêzîkî wan mirovan nabe.

Li gor daxuyanîya rayedarên Endonezyayê, mirovê herî temendirêj li welatê wan peyda bûye. Kesê bi navê Mbah Gotho, tam 145 salî ye û heta niha haya kesî ji temenê wî çênebûye.

Li gor daxuyanîya rayedarên Endonezyayê, temendirêjîya Mbah Gotho bêhemdî hatiye dîtin. Gava rayedaran belge û raporên hemwelatîyên welatê xwe tevlihev kirine, dîtine ku yekî 145 salî li welatê wan dijî, ango Mbah Gotho ê 145 salî.

Mbah Gotho, di sala 1870î de hatiye dinyayê û kesên di temenê wî de sa nemane. Mbah Gotho, berî 24 salan tirba xwe (gor û mezelê xwe) bi destê xwe kolaye û li benda hatina melkemot maye ku bê û ruhê wî bistîne. Lê çi hikmet be ne xweda lê pirsîye, ne jî melkemot silavek daye wî. Tikî tenê maye û li benda wê rojê ye ku melkemot bê çayek wî vexwe û emanetê xwe bistîne.

Mbah Gotho, gazind ji xweda û melkemot kiriye û gotiye ku „Bi allahwekîl ew ji qazî ve êşkencê li min dikin, min ewqas qasid şandin cem wan da ku bên ser ruhê min, lê ciwamêran deng nabin xwe û hesabê min bi kîrê xwe jî nakin“ û daye lotikan.

Werhasilî kelam, xalê me Mbah Gotho ji can û ruhê xwe aciz bûye û dixwaze rojek berî rojekê berê xwe bide axreta gewrik.

Îcar ji bo xatirê xalê xwe Mbah Gotho, heke we pêjna melkemot kir, yan jî we ew dît, jê re bêjin bela serhişkîyan neke û silavekê bide xalê me Mbah Gotho wesselam…

Endonezya

gotho3

About The Author