Pismamê jîr û biaqil

Çang Çîng Çong

Heke teorîya mamê me Darwîn rast be, em û meymûn pismamên hev, xizm û merivên hev in. Em di nava pêvajoya demê de hatine guhertin, ji meymûnbûnê derbasî asta mirovantîyê bûne. Lê xuyaye ew di xewa şîrîn de mane, yan jî xwedê li wan hatiye xezebê û ew di meymûntîya xwe de mane.

Axir…

Mesela me li ser pismamê me Kanzî bû.

Pismamê me Kanzî, ku bi xwe li Taylandê dijî, ketiye pêvajoya mirovatîyê û nêta xwe xirab kiriye ku ew jî hêdî hêdî wek me bibe insan û mirov. Lê ne mirovên zalim ha, na. Mirovên wek Kurdên xwelîser reben, bindest û mêşinî.

Pismamê me Kanzî, meymûnek biaqil, jîrek û fehman e. Ji niha ve hînî 3 hezar peyvên Ingilîzî bûye û 500 peyvan ji wan rasterast bi kar tîne, pê diaxive. Pismamê me Kanzî, êgir pêdixe, xwarina xwe li ser êgir dipêje, cigare û tûtina xwe dikşîne û her tiştê ku mirovek kare bike, dike.

Bi kurt û Kurmancî; pismamê me Kanzî di pêvajoya mirovatîyê de ye. Lê ku zalimbûn û bêbavîya mirovên vê heyamê bibîne, ka wê li meymûnbûna xwe poşman bibe yan nebe, aha ez wê meraq dikim allahwekîl.

Tayland

 

About The Author