Mai 31, 2023

Zêdeyî 20 sala ye pirtûkên Kurdî difroşe

Zinar Qelemşûr

Xortê ji Dêrika Çiyayê Mazî, qeraseyê zilaman, xalê me Selahattîn Bulut, zêdeyî 20 sala ye ku tenê pirtûkên Kurdî difroşe û parêzvanîya pirtûkên Kurdî dike.

Selahattîn Bulut, piştî ku di 1989an de ji zindana Diyarbekirê derdikeve, ji karê xwe yê mamostetîyê tê dûrxistin û dest bi firotin û parêzvanîya pirtûkên Kurdî dike. Di sala 2000an de li Beyoglû ya bajarê Stenbolê, di pasaja Elhamra de bi navê Pirtûkxaneya Medya pirtûkxaneyek piçûk vedike û tenê pirtûkên Kurdî difroşe. Helbet armanca wî ne qezenckirina peran e. Ji xwe zehmet e ku meriv ji pirtûkên Kurdî peran qezenc bike. Ew bi vê keftelefta xwe dixwaze xwedî li pirtûkên Kurdî derkeve, wan pirtûkan bigihîne xwendevanan û xwendina pirtûkên Kurdî li ber çavê xwendevanan şîrîn bike.

Selahattînê me di vî karê xwe de gelek caran ji alî polîsên dewleta Tirko ve hatiye tehdîtkirin, binçavkirin û gef lê hatine xwarin. Lê ewî terka firotina pirtûkên Kurdî nekiriye û xwêsîya polîsên Tirk di qirika wan de hiştiye.

Xalê me Selahattîn Bulut niha 64 salî ye. Lê bi vî temenê xwe jî dergevanî û parêzvanîya pirtûkên Kurdî dike û wan digihîne xwendevanên Kurd. Bê westan dixebite. Pirtûk bên firotin, neyên firotin, jê re ne xem e. Xema wî û merama dilê wî tenê vekirina Pirtûkxaneya Medya ye, dergevanî û parêzerîya pirtûkên Kurdî ye. Xalê me Selo û pirtûkên Kurdî bûne destebrakên hev. Ne ew bêyî pirtûkên Kurdî dibe, ne jî pirtûkên Kurdî bêyî wî dibin. Ji hev re bûne destebrak û hevalên dinya û axretê, wek şîrêzê bi hev ve zeliqîne û kesek nikare wan ji hev veqetîne..

Xalê me Selahattîn Bulut bi tenê nehêlin Kurdino!

Car caran serdana wî û pirtûkên wî bikin û çayek wî vexwin, wî bi tenê nehêlin kezebno..

Stenbol