Mêrê çar jinan ji tirsa Koronayê revîya

Çang çîng Çong

Li ser bextê fitne û fesadên Almanyayê be, dibêjin mêrê çar jinan û Şah û Şahînşahê Taylandê Maha Vaji­ra­long­korn, ji tirsa ku li welatê xwe bi vîrûsa Koronayê bikeve tevî 20 cêrîyên germik û nermik revîyaye Almanyayê, otêlek çar stêrk li ser hesabê xwe daye girtin û tevî 20 cêrîyên xweşik û rindik kêfa li ser kêfê dike.

Li gor rojnameya Bîld a Alman ragihandiye, ji tirsa ku bi vîrûsa Koronayê nekeve agir bi dawa Şahê Taylandê Maha Vaji­ra­long­korn ketiye, tirsa mirinê ew girtiye, dev ji millet û welatê xwe berdaye û filtî filtî ji Taylandê bazdaye Almanyayê.

Li gor lotikvanên rojnameya Bîld dibêjin, Maha Vaji­ra­long­korn 20 cêrîyên jin bi xwe re anîye, li ser çiyayên Bavyerayê otêlek li ser hesabê xwe kirê kiriye û daye girtin û xwe di otêlê de hepis kiriye ji bo qaşo vîrûsa Koronayê nêzîkî wî nebe.

Maha Vaji­ra­long­korn, mere çar jina ye. Kes nizane bê şahê Taylandê her çar jinên xwe bi xwe re anîne yan na, lê jê re ne xem e. Mêro 20 cêrîyên keç û jinên germik û nermik li dora kîrê wî dirin û tên ma wê çi neke.

Werhasilî kelam, vîrûsa Koronayê dewlemend û hejaran ji hev cuda nake û bi qûna herkesî vedide. Lê ya xweş, pare, zîv û zêr jî fêdeyê li Koronayê nake. Tu ne şahê Taylandê bî, tu şahê dinyayê be jî fêde nake babam…

Pekîn

About The Author